Şêro dalînî

Jiyana Şêro Dalînî

Şêro Dalînî, di sala 1983 li Qamişlo , Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li wir dibistanê xwendiye û qedandiye. ji sala 2014an ve li Almanyayê dimîne. Dibêje ku ew bi saya strana Kurdî nêzî helbsta Kurdî bûye.


Bi taybetî helbestên ku stranbêjên mîna Ciwan Haco û Nemir Mihemed Şêxo xwendin û kirin stran ,hiştin ku ew helbestvanên mezin mîna Seydayê nemir Cegerxwîn û Ehmedê xanê û Melayê cizîrî û …hwt  Nasbike û bixwîne Ji ber vê yekê jî ew dibêje ku:bandora strana kurdî li wêje û wêjevanên kurd xwedî roleke pir mezine .


û bi zimanê Kurdî tenê dinivîse. Di sala 2011an de pirtûka wî ya yekemîn a bi navê “Parastgeha ji kefê ya te ye” hat çapkirin. Ew her dinivîse…


Berhem:
* Parasgeha ji kefê ya te ye* (Helbest), 
Weşanên Xewna Me, 2011 – Beyrût / Lubnan
* Û hêdîka hun ê ji kirasê xwe derkevin *(Helbest),
 Weşanên J&J, 2016- Amed
Û niha jî berhemek bi navê *Xewnên di rê de *
  (Helbest) li ber dest e.

Helbesteke Wî

BINXET


Tu

stran û şevistanî

kelha di nav rewrewka asîmanî

duho bû

min ê ji te re

gotin bi gotin

ber bi helbesta te ve

straneke bi coş bigota

min ser guhên xwe re nebavêje

di devê min de

 henase

  girêkên xirboqî ne ji qeşayê

nexweziya bi par

û ne heft xwezî bi nuha

xweziya bi kurtekenekî

taştê ya her roja teng

Binxet

de were tu wisa bi dengê min ve

girêdayî

ji hemî keseran re kanî

nivînî ji hemî xewnereşan re

di xew de Binxet

xwe zerdikim xunava dêman

di bin rûyê xwe de

 xwe ji girî

  dikujim

berxikê te yê birçî

 ez im

welat

  ji mijankên çavan jî

   nêzîktirî

Binxet

 gunehê stranê çibû!

min navnîşana xeman dihêlî

bi bez di refên hacîreşkan de

  li te digerim

di cirnikên çavan de

ji hemî laveyan re çavkanî

baweriyê bi girnijînê  neyê

ji tiliyan

 baranên germ

  li cênîkên te

   dibarînim

xwe

 li dilê xwe bipêçe

razên xwe

 bi xwêsiyeke zuha

 di guhê şevekê de

  bibêje

û çavên xwe bigre Binxet

havîn

û xwêdana ji eniya rojê

dilop-dilop dibariya

serê cotmemikên te

zarokên min yên bê pizanin

ji comerdiya awirên te

 yên sar

 yên jar

 yên har

  nenankorim

baweşên

 destê rastê ye

dikim ku bimrim

tasa meyê

bi ser xwe de

 xwe ser av dixim

cirnikên çavan tijî xwê

 li te digerînim

de were

 de were Binxet

 û bikuje henaseyên mayî.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !