Seywan Saedian, di sala 1972an de li bajarê Mehabadê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya pêşîn li Mahabadê qedandiye. Ji sala 1995an veketiye nava xebatên hunerî û kultûrî.
Perwerdeya xwe ya hunerî li Tehranê, Sine û Bokanê qedaniye. Li Pêmangeha hunerî ya Zanîngeha Silêmaniyê xwendiye beşa wênesaziyê xwendiye. Seywan gellek pêşangehê hunerî li Tirkiyê, Îran Iraq û kurdanê vekirye. Xwedanê piroja Sêva Mêxekrêj e, ku gellekî di nav kurdan de belav bû, mîna sembola evîndariyê
Rêveberiya hunerî û dizaynî ji bo 4 filmên sinemayê û belgefilman re kiriye. Bi xwe jî belgefilmek û kurtefilmek çêkiriye. 3 peykerên mezin li bajarê Hewlêrê çêkiriye.
Pirtûkek wî ya helbestan ya bi navê “Li Çaverwantiyahîç de” bi Soranî hatiye çapkirin. Çend pirtûk wergerandine û çendîn çîrok jî nivîsandine. Nuha li Siwêdê dijî tevî malbata xwe ku di sala 2019an de li wir bi cî bû.
Li bajarê Gävle li Siwêdê dijî û li wir jî xebatên xwe berdewam dike, ku di demên dawî de agir bi studiya wî ket û ziyanek mezin gîhand berhemên wî.