Silêman Çîre di sala 1951’an de li gundê Hemzawa li nêzîkî bajarê Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.
Hêriş sala 1968’an beşa wêjeyê li bajarê Mehabadê dixwîne û di sala 1969’an de li zanîngeha Tebrîzê ya Îranê di beşa erdîngariyê de dest bi xwendinê dike. Hêriş di sala 1974’an de xwendina xwe xelas dike. Di dema xwendekariyê de gelek caran ji aliyê saziya sîxuriya rejîma wê demê ya Îranê ve bi hinceta beşdarî çalakî û xwepêşandanan bûye, tê girtin û herî dawî jî salekê di Girtîgeha Tebrîzê de dimîne û tê îşkencekirin.
Çîre salên 1974-75’an li şûna serbaziyê li lîseya bajarê Merîwanê bi pileya efsertiyê dersê dide lê bi hinceta hizrên siyasî pileya wî jê tê stendin û bi pileya serbazekî sifir sirgûnî bajarê Bîrcendê li eyaleta Xorasana rojhilatê Îranê tê kirin. Serê Silêman Çîre ji ber Kurdbûn û fikrên wî yên siyasî qet ji arîşe û belayan rizgar nebûye. Çîre ji sala 1982 heta 1987’an li deverên Rostê, Xakûrk û Behdînan ên Başûrê Kurdistanê de jiyaye ku wê demê di bin kontrola hêzên pêşmerge de bûye.
Paşê neçar maye welatê xwe terikandiye û 2 salan li bajarê Bakûya Azerbaycanê maye û dû re çûye Swêdê. Tê gotin ku Silêman Çîre ji sala 1988’an ve girêdayî tu partî û saziyekî siyasî yên Kurd nebûye û dest ji siyaseta partîgeriyê berdaye. Çîre ji bilî gotina helbest û nivîsandinê helbestên helbestvanê navdar ên Îranê mîna Hafiz Şîrazî jî wergerandiye Kurdî.
Helbestvan Çîre ji 1993’yan heta havîn û payîza 2003’yan li Swêdê kovara bi navê Gizîng derxistiye ku 40 hejmar jê derketiye û paşê hatiye sekinandin. Çîre piştî karê kovarê, malperek bi navê Gizîng vekir û nivîsên wisa weşandiye.