Sûsika Simo,yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû. Di sala 1946’an de derketiye ser dikê û kilam gotiye. Bi Kûlya Neftalyan re dixebitî û ne tenê li Ermenistanê, li seranser welatê Sovyetistanê digeriya. Kûlya Neftalyan Ermenî bû û bi Sûsika Simo re zewicî bû. Stran û klam li Ermenistanê di Radyoya Erîvanê de digotin. Simo kilama xwe ya bi navê Lo lo Miho ve di nava kurdên kafkasyayê de bû navdar. Di Sala 1945 de ew kilam got û wî bi dengê xwe yê zêrîn Simo bû dengbêjeka nemir di nava gelê kurd de.
Li dika navdar a hindikayiyan li Dika Flarmonya pirr caran derdikete pêşberî hezkiriyên xwe. Simo herwekî riya dengbêjî, stranbêjî û karê hunerê di nava jinên Kurd ên Sovyetê de vedikir û hêz dida wan. Simo di sala 1977an de mir, dema ku mir 52 salî bû.