Walî Bedelpûr di roja 27ê sibata 1988an de li bajaroka Nûşîn Şehir a bajarê Ûrmiyeyê ji dayîk bûye[1]. Helbestvanekî kurd e û bi terza kilasîk bi zimanê kurdî helbestan dinivîse[2].
Zêdetir ji 100 helbest heya niha nivîsîne û pirtûka helbestên wî amadeyî çapê ye. Zêde helbestên evîndarî dibêje lê di helbestên wî de xweza, welat û netewe, civak û malbatê jî cihek taybet hene[3].
Walî ji bilî helbestan, Nermalav û Appên telefonan jî çê dike û heya niha çend Appên kurdî jî çêkirine, wekî Telegrama Kurdî, Nermalava Rojhejmêra Kurdî, Nermalava Kaniya Helbestan, Leyîstoka Ew çi ye?, Stranên Kurmancî û hwd[4].
Pirtûkên wî
- Kaniya Pêncçavî (Çapbûyî – Weşanên Sîtav 2019))
- Rêya Evînê
Bernameyên wî
- Kaniya Helbestan
- Rojhejmêra Kurdî
- Telegrama Kurdî
- Language Station
- Ew çi ye?
- Stranên Kurmancî
Çavkanî
- ↑ http://krd.riataza.com/2018/06/06/endamen-kaniya-penccavi-wali-bedelpur/