Xana Omerxalî Usoyan (bi tîpguhêziya Îngilîzî Khanna Omarkhali , 1981 Rewan, Ermenistan) nivîskareke kurd ê Êzdî ye ku di sala 1981ê li paytexta Ermenistanê, bajarê Rewanê ji dayik bûye.
Nivîskar Kurdê Êzdî ye, ji mala Pîrên Omerxalî tê. Sala 2002ê Zanîngeha Sankt-Pêtêrsbûrg ya Dewletî Zanîngeha Rojhilatnasiyê beşa zimanzaniyê ya Îrannasî û Kurdnasiyê temam kir (BA) û di sala 2004ê de destûrname Magîstirê Olzaniyê (MA) stand.
Piştî MAyê hate pejirandin ji bo Fakûlteya Rojhilatnasiya wê Zanîngehê ku nivîsandina doktora xwe li ser dînê êzdiyan (Ph.D.), di sala 2006ê de li Fakûlteya Felsefe û Siyasî li beşa Olzaniyê de qedandiye. Semîner li ser dînê Êzdîyên çêkirine û beşdarî gelek konferansên zanistî bûye. Xanna Omerxalî di salên 2005-2007an de li zangoya Almanyayê Georg August (Georg-August Universität Göttingen) li ser zimanê kurdî û her wisa jî li ser Zimanê Qewlên Êzdiyan ders dide. Nêzîkî 20 gotarên zanistî derheqê bîr û bawerîya dînê Êzdîyatîyê de bi zimanê Rûsî, Îngilîzî û Kurdî nivîsîne. Pirtûka wê bi navê Êzdîyatî, ji kûrahiya hezarsalan” (Sankt-Pêtêrsbûrg, 2005) bi Rûsî çap bûye.
Berhemên wê
- Zerdüşt Avesta
- Analîza Qewlên Êzdîyên
- Êzdiyatî, civak, sembol, rîtûel, 2007, Avesta, Stembol. Wergera ji îngilîzî ji layê Ergîn Opengîn ve ye.