Navê wî yê rastîn Ehmed Şêxmûs Seîd e , di salên 1950 de bavê wî di zaroktiya xwe de, ji bakurê kurdistanê ji gundê xursê koç dibe bin xetê , di sala 1970yan de li bajarê Qamişlo Ehmed ji dayik dibe li taxa Hilêlîkê.
Sê polên xwendina xwe ta pileya diwazdehan li dibistanên bajar dixwîne , ew û malbata xwe ta sala 2012an bê nasname dimînin, û nabin neştecîyên wî welatî , bi behana ku navê wan winda bibû, di lênosên jimarteka ku sala 1962 de, li welatê Sûryayê çêbibû , di destpêka şoreşê de, ew derfetê dibîne ku pasportê wergire, û yekemîn car were serdana bakur, û warê bav û bapîrê xwe bibîne, wê gavê diçe serdana Amedê jî , pir ji wî bajarê avsane wek ku ew dibîne hez dike, hem ji ber wê yekê ,û hem jî ku dixwaze ji bin bandora zimanê Erebî, bi yek car derkeve, navê xwe yê nû Amedê Xursî dibijêre, ji 2014an de li Almanyayê dijî.
https://www.bernamegeh.org/2020/10/14/helbesten-amede-xursi/