Yasemîn ELBAN di sala 1960’an de li gundê Çorsênê yê li ser Tetwana Bedlîsê tê dinê. Ji ber melatiya bavê xwe ew li gelek gundên li ser bajarên Wan, Mûş û Bedlîsê digere. Piştê demekê li Tetwanê niştecih dibin. Ji ber mercên siyasî û aborî malbat koçî bajarê Îzmirê dike û niha jî li wir jiyana xwe didomîne.
Nivîskar dayika du lawan e. Di ala 2007’an de dest bi nivîsandinê dike. Gelek nivîs, çîrok û çîrçîrokên wê di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Xebatên wê li ser çîrok, çîrçîrok, zargotina kurdî , û piranî jî li ser wêjeya zarokan e. Sala 2009’an, di Kurdî-Der şaxa Îzmîrê de kursa zimanê kurdî digire û li wir 9 sal xizmeta ziman dike.
Berhem:
-Ecêbên Dinyayê, Çîrok, Weşanên Ava, 2013 2.
-Ebas û Heblê, Çîrok, Weşanên Na, 2014
-Asmîn û Bilbil, Çîrok, Weşanên Hîva, 2016
-Carek ji caran, çîrçîrok weşanên Dara 2017
-Destgulek ji zargotna herêma Xerzanê (Tetwan) Enstîtuya Kelepûrê Kurdî- Dihok 2018
-Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Celadet Alî Bedirxan e, çîrok, weşanên Dara 2020
-Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Dewrêşê Evdê ye , çîrok, weşanên Dara 2020
-Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Mesture Xanimê ye, çîrok, weşanên Dara 2020
-Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Evdalê Zeynkê ye, çîrok, weşanên Dara 2020
-Rojnivîska Xecê, Xecê li dû Celadet Alî Bedirxan e, çîrok, weşanên Dara 2020