Jiyana Zekeriya Efrîn

Navê wî yê rasteqîn Zekeriya Dewûd e ew ji bajarê Efrînê ye di sala 1974’an de hatiye cîhanê.

Ew her sê astên xwendinê li Efrînê xelas dike û pişt re paymangehê li bajarê Helebê temam dike .

Wî Zanistiya Giştî û Mûzîkê jî bi dawî dike. Di salên nodî de wî dest bi nivîsandinê dike li ser wêje û helbestê disekine û di ser de li ser mûzîka Kurdî dixebite.

Ew bi hevjîna xwe ve wek malbatî dest bi pêşxistina mûzîkê dike û niha keça wî Firîşte jî dest bi karê mûzîkê kiriye. Ew bi malbata xwe ve bi piranî li ser parastina nirx û çanda Kurdewariyê dixebitin.

Hunermend di gellek televizyonan de bi klib û muzîkên xwe cih girtiye. Di kovar û rojnameyên Kurdan de car caran hevpeyvînên wî derketine.

Ji xeynî xebatên wî yên muzîkê çar pirtûkên wî yên Helbestan çap bûne û niha jî pirtûka wî ya pêncemîn amade dibe.


Pirtûkên wî ev in:
1- Lîlav
2- Pêlên birîndar
3- Peyv dibe bîranîn
4- Sê Doz
5- Em hene.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !