Yaşar Aslan, nivîskarekî kurd e. Ew di sala 1973 yan de li gundê Hatxê yê ser Nisêbînê hatiye dinyayê. Dibistana seratayî û lîsê li Nisêbînê xwend. Di sala 1992 yan de dema ku li Amedê Zanîngeha Dîcleyê beşa Huqûqê dixwend tevlî tevgera azadiyê bû.
Ji sala 1993 yan û vir de di zîndanê de ye. Niha li zindana Sîncanê dimîne. Berhema wî ya pêşîn di 2014an de tê çapkirin.
Berhemên wî
- Rengbêj (Çîrok), Weşanên J&J ( 2014 ) – Amed
- Sergovend Weşanên J&J ( 2017 )