Zehawî navê wî yê rastî Zehawî Muhemmed Fewzî (1834, Silêmanî – 1890 Bexda, Iraq) yek ji nivîskar, felsefevan û wêjevanê kurd e.
Zehawî kurê Emîr Ehmed e, navê kalikê wî jî Hesen e. Malbata Zehavî ji Emîr Silêman Paşa aciz bûbûn ji ber wî koçî cem Mele Ehmedê Zehab kirin wê demê sala 1834an de Zehavî tê dinyayê loma navê wî Zehavî lê dikin.
Li bajarê Silêmaniyê li cem Resûl Zekî û Merûf Nûdhî perwerdehiya xwe standiye, dura jî li cem Muhemmedê kurê Resûl xwendina xwe qedand û destûrnameya xwe stand û zivirî Silêmaniyê di mizgefta Ebdurehman Paşa de ders da. Sala 1854an de bû miftiyê Bexdayê û heta dawiya temenê xwe muftîtiya Bexdayê kir û di 1890an de mir.
Mele Husên Peşderî, Şêx Ebdulwehab en-Naîp û Ebdurehman Qeredaxî li cem wî xwendine.
Zehawî di jî wêjeyêde gellek zane bû, bi zimanê kurdî, erebî û farisî helbest dinivîsand. Bi xwe di bin bandora Omer Xeyam û Firdewsî de maye.