Dîroka Helebceyê

Dîroka Bajarê Helebceyê

Helebce yan Hełebce, anku Navenda Helebceyê (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Halabja), bajarekî Başûrê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê ye. Helebce (bi kurdî: هەڵەبجە, Helebce) bajareke li Herêma Kurdistanê û paytexta Parêzgeha Helebcê ye, li başurê Kurdistanê ye (li iraqê 240 km (150 mi)) Bi bakurê rojhilata Bexdadê dikeve (Baghdad) û 14 km (9 mi) ji sînorê Îranê ye.

Bajarê Helebce bi cihê ku wek Hewraman tê zanîn di sînore iraq û îranê da pêda pêda dirêj dibe. Helebce alîyê Bakurê rojhilat de bi Hawraman û Shnrwe ve hatîye dorbeç kirin, Balambo Rêzeçîya li başûr û Çemê Sîrwanê li rojava yê Helebce ye. Kurdên li bajarê Helebcê Piranî bi devoka Sorani ya kurdî diaxive, lê hinek gundên li derdorê bi zimanê Hewrami jî diaxive.

Dîrok

Dîroka Kevnar

Helebce xwedî dîrokek kevne. Kolîna herî nêz a arkeolojîk li Bakr Awa piştrast dike.Di gorisatnê de gorên gelek şexsîyetên dîrokî hene, wek Ahmed Muxtar Jaff, Tayar Beg Jaff and Adila Khanim. Di tebaxa 2009, li bajarê Ababile sê goristanên sedsala 17emîn hatibû dîtin.

Hinek çavkanî pêşniyaz dike ku ev bajara, xwedî dîroka gelekî kevnare,bi gotina çavkanîyê ku ev bajara bi alî Osmanîan ve li der dora 1850î hatîye ava kirin. Lê, pêşketinên nûdem di dawîya sedsala 20emîn de destpê kirîye. Yekemîn Postexane 1924 de hatîye vekirin û yekemîn dibistan di salên pêy da vebûye. Firoşgehên Qaysari Paşa û Hamid Beg di sala 1932 de hatîye ava kirin. Elektrîk, negihîştîbû bajêr hetanî 1940.

Di destpêka sedsala 20emîn de, gelek Leşkerên Birîtanî li bajarên Helebcê bûn. Dema Yekemîn Şera Cîhanî de, Adela xanim jiyana gelek leşkerên Birîtanî parastîbû, Birîtanîya wek navê Khan Bahadur bi rûmet qala wê dikirin, Keçmîra Cesûr. Ew bi ava kirina zindanên nû jî berpisyar bû, bi cih kirina dadgehên Edaletê, kû ew serokê yekemîne û firoşgehên nû ava kirîye.

Di demaKomkujîya Enfal a dewleta iraqê de, di dema Adar 1987 û Gulan 1989, Di Gulan a 1987 de ji bo hemberîdana Pêşmerga, Kanî Ashqan û Mordana bi temamî hatibû jêbirin. Lê Helebce gelekî zorkêş di dema kampanya Enfalê de dît, Saddam Hussein bi awayekî dijwar dixwest Şoreşa Kurdan biqedîne.

Komkujiya Helebceyê

Di 16’ê Adara 1988’an de balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin ser bajarê Helebce. Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man.

Êrîşa Kîmyayî

Gerîlayên Kurd peshmerga, bi sedema piştgirtina îranê (Iran, ایران) di dawîye şera Iraq-îran ê de hatibû girtin. Şera Iraq-îran. di seat 11:00 AM, di Adara 16, 1988, piştî du rojan bajar hatibû topbaran kirin, Balafiirên Iraqê Bombeyên Kîmyewî li ser bajêr da barandin. Bajar û derdora bajêr bi bombeyan tuşbûyina erîşan hatibû, Agirê Topan û çekên kîmyewî dihate barandin, li dawîyê hate piştrast kirin kû ev wêrankirine herî mezin bû. Bi kêmanî 5,000 kesan Jiyana xwe ji dest da û di encama êrîşa kîmyayî de bi texmîn 7,000 kes jî birîndar bûn anjî kêşa nexweşîyên dirêj lê qewimî. Gelek qurbanê li Bajarê Helebcê Kurd bûn.

Navdarên bajêr

  • Mewlewiyê Kurd
  • Ebdulkerîmê Muderîs
  • Ebdulla Goran

Hewa

Havîn germ derbas dibin. Zivistan jî şilî û xweş derbas dibe.

Kurdistana xweserî

Li çîyan hetanî Rojhilatê Helebce, hinek Çekdarên Islamist, Ansar al-Islam, deverek biçûk di 2000–2003 dagir kiribûn. Peşmergeyên Peshmerge yên ji PUK-Partîya Yekitîya Kurdistan, bi alîkarîya Emerîka ve, di destpêka 2003 de erîş birin ser heremê. Bajar weke navenda ola îslamê ma, lê. ji ber kû Kurdan di 1991 de hinek xweserî li Kurdistanê qezenc kirin, Helebce jî di nav de, bajarekî Nû hate ava kirin ku piştre gelek penaberên kurd li wir hatin bi cih kirin. Bajarê Nû wek bi navê Halabja Taza (anjî Helebca nû) îro der dora 9,000 malbat lê dijîn.

Herema Kurdistanê, hinekî hewl dan kû cardin bajêr ava bikin. piştî 2003 cardin avakirina hinek malan destpê kir û rêçek ji bo Helbece pêraxistin. Monûmnetek jî ji bo bîranîna kesên tuşbûyina erîşa kîmyayî hatibû hate ava kirin. Lê, Kesên li Helebce dijî ji bo kêmasîya xizmeta hêsan gazinde dikirin.

Di 2006 an da salvegera êrîşa gazê de, Li Helebce xwepêşndanek hilweşîya. Li der dora 7000 kesan li dijî cardin avakirinê protesto kirin ji bo pêşanîyên bi nû ve ava kirinê, digotin rayedar pirsgrêkên rast Yên pêşanîyên nabîne. Rê hatin girtin û agir bi monentûmê xistin. Polîsan gule berdan xwepêşandana û zarokekî 14 salî hate kuştin û gelek kes jî birîndar bû.

Dema Nûjen

Di 2008 de, Bernam hatin ragihandin kû wê ji bô Helebcê Balafirgehekê ava bike.

12. 2017 di seat 21:18 Çileya paşî de Erdhêjek rû da, Erdhej 32 kilometres (20 mi) li başûr-Başurêrojava yê helebce.

BERNAMEGEH

Lê Binêre

Destana Kela Dimdimê

 Hekar Sermest   Dimdim keleha Kurda ye Stêrka sibehê l’ser daye Îro li me hawar …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !