Mahmûd Lewendî nivîskar û wergêrê kurd e. Lewendî di 1954an de li hêla Diyarbekirê li herêma Qerejdaxê ji dayik bûye. Heta unîversîteyê li Diyarbekirê xwendiye. Li zanîngeha Diyarbekirê beşê biyolojiyê temam kiriye. Piştî 1980ê yî ji ber darbeya leşkerî ya li Tirkiyê derketiye derveyî welat. Nuha li Swêdê dimîne. Wî di amadekirina gelek kovar û …
Zêdetir BixwîneJiyana Helîm Yûsiv
Nivîskarê kurd Helîm Yûsiv di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. Wî li Zanîngeha Helebê xwendina hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî. Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşandine. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stenbolê hatine weşandin. Heta niha ev …
Zêdetir BixwîneJiyana Elaeddîn Secadî
Elaeddîn Secadî, ankû Elauddîn Seccadî, nivîskarekî kurd e ku di sala 1907an de li Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di sala 1938an de destûra meletiyê wergirtiye û li Bexdayê, li mizgefta Neîme Xatûnê meletî kiriye. Di 1939an de ketiye nav qada rojnamevaniyê, di 1941ê de bûye berpirsiyarê kovara Gelawêj û heta 1949an dewam kiriye. Di sala 1948an de kovareke bi kurdî û erebî ya bi navê Nizar derxistiye. Di navbera salên 1958-1974an li zankoya Bexdayê mamostetiya edebiyat û dîroka wêjeya kurdî kiriye. Çendîn …
Zêdetir BixwîneJiyana Evdilqadirê Geylanî
Evdilqadirê Geylanî (z. 1078 Gilan – m. 1166 Bexda) nivîskar û alimekî misilman ê kurd ko terîqeta qadirî girêdayî baweriyên wî ye. Gora wî li Bexdayê ye.[1][2] Jiyan Navê wî yê tivav Ebû Salih Seyîd Muhyedîn Ebdulqadir ê Geylanî ye. Ew li serê heyva remezana sala 470yî mişextî (1078an) di malbateke seyîd de li gundekî herêma Gilanê li bakurê Îranê hat dinyayê. Ji bo dûmandina xwîndina xwe çû Bexdayê û fiqih û şerîet li ser rêbaza Henbelî xwend û bû yek …
Zêdetir BixwîneJiyana Mîr Muhemmedê Rewandizî
Mîr Muhemmed an Mîr Mihemed yan Mîr Muhemmedê Rewandizî yan jî Mamed Paşa (z. 1783 li Rewandiz – m. 1838 li Deryaya Reş) yek ji mîrên Kurdê Soran bû. Mîr Muhemmed kurê Mîrê Soran Mistefa Beg bû. Di dawiya sedsala 18’an de hatiye dinyayê. Ji dersdarên taybetî ders girt û perwerdeyeke baş dît. Di gelek qedemên Mîrîtiya Sorande wezîfe stend. Di sala 1814[1]/1820’î de bû Mîrê Soran. Di demek kurt de Mîrîtiyên derdora xwe jî tevlî mîrîtiya xwe …
Zêdetir BixwîneJiyana Hecî Qadirê Koyî
Hecî Qadirê Koyî (b. 1816 Koye – m. 1897 Stenbol) helbestvanekê neteweperwer ê kurd e. Di nav kurdan de weke Ehmedê Xanî yê duyemîn tê binavkirin. Hacî Qadirê Koyî di sala 1816’an de li gundê Gorqereç ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Koyê ji dayikbûye. Navê wî Qadir yan ‘Evdilqadirê kurê Mela Salih kurê mela Ehmedê Gewre ye. Hacî Qadir hec nekiriye, ango neçûye hecê, ji ber …
Zêdetir BixwîneJiyana Emîn Alî Bedirxan
Emîn Alî Bedirxan (z. 1851 li Kreta, Împeratoriya Osmanî; − m. 1926 li Misir) kurê Bedirxanê Evdalxan û bavê Celadet û Kamûran Bedirxan e. Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1851ê de hate dinyayê. Wî di xwendegeha Siltanan de, ya ku tenê ji zaroyên mîran re li Stembolê hati bû ava kirin, beşê mafzaniyê, ango hiqûq xwend û bi vê hişê wî weke mirovekî rewşenbîr vebû. Ew mirovekî …
Zêdetir BixwîneJiyana Kemal Fewzî
Kemal Fewzî ( 1891 li Xîzan, Bedlîs – 27’ê gulanê 1925, Mizgefta Bilind, Amed) nivîskar, helbestvan û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê bû. Bi tevahî hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatiye dardekirin. Li Stenbolê, di dibistana leşkerî de dixwîne. Di şerê Balkanan de giran birîndar dibe. Bi derketina Îttîhat ve Terrakî (komaleke …
Zêdetir BixwîneJiyana Evdirehîm Rehmî Hekarî – (Abdurrahim Rahmi Zapsu)
Evdirehîm Rehmiyê Hekarî an jî bi navê nasnama wî Abdurrahim Rahmi Zapsu yek ji helbestvan û siyasetmedarekî kurd bû. Rehmiyê Hekarî di sala 1890an de li bajarê Elbakê hatiye dinê. Ew ji malbatên hekarîyanê Mala Hekariyan de bûye. Wî perwerdehiya xweyê pêşin li Elbakê, pê re jî li Wanê temam kiriye û dest bi Darûl Mûallimînê kiriye. Wî di hevşêwê wextê de ji Seyid …
Zêdetir BixwîneJiyana Dengbêj Şakiro
Şakir Deniz di sala 1936an de li Panosa Agiriyê hatiye ser dinyayê. Dû re mala wan ji wir diçe gundê Cemalwêrdiya Dûtaxê. Paşî malbata wî ji Cemalwêrdiyê koçberî Qereyaziya Erziromê dike. Navê tirkî Şakir Deniz pê ve kirine. Dengê wî xwedî oktaveke bilind bû û bi du hawînan (Ha Hîîî Ha Haîî) stran digot. Ew jî yek ji şagirtên Dengbêj Reso ye …
Zêdetir BixwîneJiyana dengbêj Xalê Birê
Birahîmê Newrozî an jî Xalê Birê (…, 2001, Gundê Conî, Wirmê) dengbêjekî ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji Gundê Conî ku bi bajarê Wirmê ya Rojhilatê Kurdistanê girêdayî ye. Ji êşira Şikakî ye. Li herêma Serhedê jî bi qasî Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin. Bi sala li Radyoya Wirmê Beşa Kurdî da bi Îranxanê ra kilam gotîye. Di salên 1978-1993anda di Partiya Demokratik a Kurdistana Îranêda Pêşmergetî kirîye. Sala 1986anda ji ber sedemên sîyasî ji Îranê revîye û hatiye Stenbolê. Li Stenbolê 4 band …
Zêdetir BixwîneJiyana Emînê Evdal
Emînê Evdal (1906-1964), nivîskar, zimannas û helbestvanekî kurd bû. Ew li gundê Yamançayir nêzî bajarê Qersê kû di wan demê de li bin destê Rûsya bû, hate dinê. Di encamê şerê navbera turk û ermenî de, wî gundê hate kavil kirin û Emîn malbata xwe ji dest da. Di sala 1924ê, wî beşdariya xwendingeha karkeran …
Zêdetir BixwîneJiyana Cemal Nebez
Cemal Nebez (z. 1933 li Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê, Îraq – m. 8’ê berfanbara 2018 li Berlînê, Almanya) zimannasekî navdar î kurd bu. Jînenîgarî Di 1933an de li Silêmaniyê hatibû dinyayê. Ligel dewamkirina xwendingehên dewletî li Iraqê, wî derfet hebû li ser huqûq, felsefe û teolojiya îslamê jî bixebite li ber destên bavê xwe û alimên din ên welêt. Nebez fizîk û …
Zêdetir Bixwîne