Mehmet Oncu, di sala 1961’an de li Taxa Xarxarê ya Semsûrê, ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendiye û ji Zanîngeha Anadoluyê, ji Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Folklornas, Lêkolîner, Helbestkar û Wêjevan, di sala 1983 de, li bajarê Semsûrê (Adiyaman) di wezareta perwerdeyê de, weke mehmûr …
Zêdetir BixwîneJiyana Mem Med
Di sala 1979’an de li Bazîdê hatiye dinê, xwendina xwe ya dibistana pêşîn li gundê Ortiliyê qedandiye. Xwendina navîn li Bazîdê destpêkiriye û li Îzmirê qedandiye. Di sala 2002’yan de li Zanîngeha Marmarayê Beşa Hiqûqê qedandiye. A niha li Stenbolê dijî û parêzeriyê dike. BERHEM: Esmera, Helbest, Bi Tirkî, Weşanên …
Zêdetir BixwîneJiyana Oktay Altun
Di 6’ê pûşpera 1981’ê de ji gundê Keleha Pozreşa ku girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye ji dayik bû . Dibistana seretayî, navîn û amedehiyê li Dîlokê xwend. Di sala 2006’an de li Zanîngeha Sakaryayê, Beşa Mamostetiya Tirkî xelas kir. Di 2015’an de li Zanîngeha Dîlokê, li ser beşa Zanistên …
Zêdetir BixwîneJiyana Necat Baysal
Necat Baysal di sala 1988’an de li Nisêbînê hatiye dinê. Ji ber sedemên siyasî di sala 2009’an de hat girtin û pênc sal û nîvan di zindana Tîpa F ya Tekirdagê de ma. Niha li Almanyayê dijî. Xebatên xwe yên wêjeyî didomîne. BERHEM: Paytextên Êşê, Helbest, Weşanên JJ, 2016 https://www.bernamegeh.org/2020/10/20/helbesten-necat-baysal/
Zêdetir BixwîneJiyana Miraz Ronî
Di sala 1966’an de li Bedlîsê hatiye dinê. Perwerdehiya xwe ya seretayî û navîn li Norşînê diqedîne. Piştî xelaskirina Fakûlteya Îqdîsatê ya Zanîngeha Anadoluyê demekê karê Hesabdariyê dike. Di sala 1992’yan de tevlî xebatên HEP, DEHAP û MKM’ê dibe. Di sala 1998’an de xebatên Enstituya Kurdî ya Stenbolê de cih …
Zêdetir BixwîneJiyana Mihemed Sedîq Bîçer
Di sala 1960’î de li Farqînê hate dinê. Dibistana seretayî li gundê Korîtê xwend. Piştî ku dibistana seretayî qedand êdî nexwend. Di sala 1992’yan de ji doza PKK’ê hate girtin. Niha jî li girtîgeha Alanyayê girtî ye. Di zindanê de li ser ziman û wêjeyê dixebite. BERHEM: Stêrka Sêwî, Helbest, …
Zêdetir BixwîneJiyana Malik Enes Gumuşlu
Nivîskar û lîstîkvan Malik Enes Gumuşlu di sala 1990’an de li bajarê Wanê ji dayik bûye. Piştî xelaskirina zaningehê, jîyana xwe Stenbolê berdewam kir û niha Stenbolê dijî. Li ser hunerê xebatan dike û dersa şanoyê dide. BERHEM: Meyla Sosinê, Helbest, Weşexaneya Artshop, 2017 Lia, Roman, Bi Tirkî, Weşanxaneya Artshop, …
Zêdetir BixwîneJiyana Keremo – (Kerem Tekoğlu)
Di sala 1984’an de li Farqîna Amedê li gundê Cano tê dinê. Piştî dibistana seretayî ji pirsgirêkên siyasî ya herêmê û ya malbatê nikare xwendina xwe berdewam bike. Di 15 saliya xwe de wekî pênaber tê bajarê Stenbolê, demeke dirêj di nava xebatên siyasî ya doza Kurdistanê de cîh digire. …
Zêdetir BixwîneJiyana Jîr Jan Amedî
Lêkolîner, civaknas, nivîskar û helbestkar. Di 11’ê Pûşpera 1971’ê de li Farqînê, li parêzgeha Amedê ji dayîk bûye. Di sala 1989’an de di rojnameyên Tirkî de dest bi nivîsînê kiriye. Ev destpêka jiyana wî ya çapemeniyê ye jî. Wî demek bi Tirkî nivisiye, lêbelê hinek nivîsên wî yên bi Kurdî …
Zêdetir BixwîneJiyana Hemîd Dilbahar
Di sala 1976’an de li Colemêrgê hatiye cîhanê. Dibistana pêşîn, navîn û amadeyî li Wanê dixwîne. Ji ber sedemên polîtîk ji zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê tê avêtin. Dîsa ji ber heman sedeman nikare xwendina xwe ya Zanîngeha Akdenîzê jî bi kar bîne. Ji ber sedemên siyasî gelek caran tê …
Zêdetir BixwîneJiyana Emîn Aksû
Emîn Aksû, di mêjûya 18.12.1984’an de li gundê Memîrayê ya navçeya Dihê ku girêdayî Sêrtê ye ji dayik bûye. Ji ber şert û mercên şer û pevçûnan di sala 1993’yan de bi malbatî ji gund bar dikin û li Dihê bi cih dibin. Emîn Aksû li wir dest bi dibistanê …
Zêdetir BixwîneJiyana Brahîm Xelîl Sirûcî
Brahîm Xelîl Sirûcî di sala 1985’an de li Sirûca Rihayê hatiye dinê. Li Sirûcê dibistana seretayî qedand. Di hin malper û kovarên Kurdî de helbest û gotarên wî hatine weşandin. BERHEM: Zivistana Dil, Helbest, Weşanên Do, 2007 DIXWAZIM Dixwazim dinya min Tu ronî bikî Ji dewsa Roj û heyvê Dixwazim …
Zêdetir BixwîneJiyana Asya Xerzan
Asya Xerzan di sala 1974an de li herêma Xerzan, gundê Qorixê, yê bi ser navçeya Qubîna Batmanê ve pêavêtiye jiyanê.Wê xwendegeha Serata li Qorixê xwendiye / Bakurê Kurdistanê. Xwendegeha Navendî li Obernkirchen xwendiye / Elmaniya Asya diya sê kuran e û li Elmanyayê dijî. Berhem: Dengê Bêdengiyê, Helbest, Kurmancî, Weşanxaneya …
Zêdetir Bixwîne