KURDÎ

Jiyana Nilufer Akbal

Nilufer Akbal

Nilufer Akbal stranbêjeke kurd e. Ew di sala 1970yî de li bajarokê Gimgimê yê bi ser bajarê Mûşê ve ji dayik bûye. Di sala 1987an hate bajarê Stenbolê. Di heman salê de di Navenda Muzîka Arif Sağ de dest bi perwerde ya tembûr, solfej û şanê kir. Di sala 1988an de albûma xwe ya yekemîn Arzuhal Eyledim/Min Daxwaz Kir bi zimanê tirkî derxist. Wê heta niha çendîn …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Seyîdxan Kurij

Seyîdxan Kurij

Seyîdxan Kurij (z. 1960 li gundê Kur, Çewlîg), nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Bi giranî bi kirdkî (dimilî, zazakî, kirmanckî) dinivîsîne. Wî bi xwe perwerdeya endazyariya makîneyan dîtiye. Ji ber sedemên polîtîk ji Kurdistanê derketiye û li derveyî welêt dijî. Li bajarê Almanya, Duisburgê ji sala 1991’î virde weşangeriya radyoyê dike. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsar û hevpeyvînên wî tên weşandin. Ji sala 1997’î …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Aydin Dere

Aydın Dere

Aydin Dere (bi tirkî: Aydın Dere) rojnamevanekî kurd e. Aydin Dere di sala 1961 an da li bakurê Kurdistanê li navçeya Gimgima Mûşê hatiye dinê. Piştî xwendina xwe ya bingehîn di sala 1984-an de diçe jiyana xwe li Swîsreyê berdewam dike. Di destpêka salên 90-î de, bi avabûna çapemeniya têkoşîna doza kurdan re, ew dest bi rojnamevaniyê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Serfiraz Alî Neqsebendî

Serfiraz Alî Neqsebendî

Serfraz Alî Neqsebendî (1952’a li Bamernê) çîroknivîs û nivîskarekî kurd e. Serfraz Alî Neqsebendî di sala 1952an de li Nehiya Bamernê li parêzgeha Dihok hatiye dinyayê û ji binemaleke dîndar, ji şêxên terîqata Neqsî ye. Serfraz di nav pirtûk û peyamên welatparêziyê de mezin bû. Xwendina xwe ya seretayî û navincî li devera Behdînan bi dawî anî, paşê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Kamîran Hec Ebdo – (Kamiran Bêkes)

Kamiran Bêkes

Kamiran Haj Abdo (Kamiran Hac Ebdo) an jî Kamiran Bêkes nivîskarekî kurd e, di sala 1966an de li Başûrê Rojavaya Kurdistanê, li herêma Efrînê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî heta lîsê li bajarê Helebê xwendiye. Dûra diçe Kroatiyayê (Xirvatistanê) û li wir dest bi xwendina bijîşkiyê dike. Di sala 1993 xwandina li zanîngehê kuta dike û dest bi bijîşkiyê dike. Ji …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Mueyed Teyib

Mueyed Teyib

Mueyed Teyib zimannas, helbestvan û rojnamevanekî kurd e. Mueyed Teyib di sala 1957’an de, li bajêrê Duhokê ji dayîk bûye. Her li Duhokê xwendiye û paşî di sala 1982’an de, ji ber terora rejîma faşîst ya Bexdayê, nekariye zanîngeha Bexdayê bi dawî bîne. Demekê wî pêşmergeyîtî kir û li hemberî rejîma Baasê têkoşiyaye. Ji ber zordariyên rejîma Baasê demekê welatê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Silêman Alî

Silêman Alî

Silêman Alî (z. 1963 li Serê Kaniyê) çîroknivîseki kurd e. Silêman Alî di sala 1963’an de li Serê Kaniyê (başûr rojavayê Kurdistanê) hatiye dinyayê. Li Rûsyayê, li unîversîteya Moskovayê dîploma magîstra di rojnamevaniyê de stendiye. Babetê dîploma wî »pirsa kurdî di rojnamevaniya rûsî de« bû. Beşdarî di damezrandina Navenda lêkolînên Kurdî li Moskoyê de kiriye û heya sala 1995an tê …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !