Aydin Dere (bi tirkî: Aydın Dere) rojnamevanekî kurd e.
Aydin Dere di sala 1961 an da li bakurê Kurdistanê li navçeya Gimgima Mûşê hatiye dinê. Piştî xwendina xwe ya bingehîn di sala 1984-an de diçe jiyana xwe li Swîsreyê berdewam dike. Di destpêka salên 90-î de, bi avabûna çapemeniya têkoşîna doza kurdan re, ew dest bi rojnamevaniyê dike. Di rojnameyên Yeni Ülke, Gündem, Özgür Politika û hin kovarên din de nûçe, gotar, lêkolîn û şiroveyên wî cîh digirin. Herwiha çapemaniya Swîsreyê re jî dem bi dem cîh dide nivîs û şiroveyên wî. Heta niha pirtûkeke wî ya helbestan a bi tirkî û bi navê Ağlayan Toprak (“Xaka girî”) derketiye.
Ji ber nivîsên wî yên ceribandinê du caran hêjayê xelata wêje ya Hisên Çelebî hat dîtin.
Niha karên xwe yên rojnamevanî û nivîskariyê berdewam dike. Şirove û gotarên wî yên wêjeyî “Özgür Politika” û di malperên Amîda Kurd û Kurdistan Postê de hatine weşandin.