Reşê, li Amedê bûye, dibistanê li Amedê xilas kiriye. Dibistana bilind beşa Radyo û Televizyonê xilas kiriye. Bi karê edebiyat, şano û sînemayê re mijûl e. Dayîka Stran û Salar e. Berhem: * Senfoniya Xewn û Xeyalan (Helbest), J&J | Amed – 2019 EZ DAYIK IM Ka, ez ê li …
Zêdetir BixwîneJiyana Mihemed Hemo
Mihemed Hemo , Yekê meha Avdarê, li gundê Şîtka, bi ser devera Ҫiyayê Kurmênc (Efrîn)ê ve ye, ji dayikê bûye. Ji damezrênerê koma Xanî ya wêjeya û çanda kurdî û koma Şanoya Armanc ya hunera kurdî ye, Mihemed Hemo bi helbest û şano û çîrokên zarokan dest bi nivsê kiriye, …
Zêdetir BixwîneJiyana Hadî Behlewî
Helbestvan Hadî Behlewî di 16’ê Gulana 1948’ê de li gundewarê Qamişlo çavên xwe li jiyanê vekirine. Xwendina xwe û salên ciwaniyê li nava kuçe û kolanên Qamişloyê diqedîne. Hetanî aniha jî, her li bajarê Qamişlo dimîne. Ji 1965’ê ve dest avêtiye pênûsê, da ku bi her du zimanên Kurdî û …
Zêdetir BixwîneJiyana Se’ed Ferso
Ji zimanê Se’ed Ferso jiyana wî; Navê min Se’ed Ferso ye, di sala 1958an de hatime jiyanê, ez ji gundê Til Erbîd im, mîna hemû civaka Kurdî min zarotiya xwe li gund bûrand, jiber ku gundê me bi tevahiya xwe Komonîst bûn, cudahiyek mezin di navbera me û gundên heremê …
Zêdetir BixwîneJiyana Narîn Omer
Narîn Omer Seyfedîn li bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistan ji dayîk bûye û xwendina serete û navendî û bidomahî di dibistanên Dêrikê de bi dawî kirye, û piştre ew tevlî Zanîngeha “Dîmeşq”ê paytexta Sûriyê bûye û di sala 1995an de xwendina zangoyî bi dawî kiriye “Beşê wêjeya Erebî”. Wê karê …
Zêdetir BixwîneJiyana Evdo Şêxo
Evdo Şêxo di sala 1987’ê de li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendekarê Mafnasîyê yê Zanîngeha Şamê ye. Ji sala 2010’ê ve dest bi karê wergerê kiriye û heta nuha heft berhem ji Erebîyê wergerandine Kurdîyê. Sernivîskarê beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê ya çandî ye û her …
Zêdetir BixwîneJiyana Zadîna Şekir
Di sala 1943’yê de keçeke dengxweş û hestnazik gundê Poşîtda pîroz kir û ji bo daw û hembêza malbateke kurdên êzidî yên Qefqasyayê hat sipartin; ew keç Zadîna Şekir bû. Çawa ku Zadîna Şekir ji xwe hay bû ku dengê wê xweş e, êdî biryar bi wê yekê da ku …
Zêdetir BixwîneJiyana Belga Qado
Belga Qado, di sala 1924’ê de li Ermenîstanê ji dayîk bûye. Hunermenda kurd “Aslîka Qadir” li ser wê diaxive, û wiha dibêje: “Belga pir rind û cansivik bû. Ew dilsoza civaka xwe û gelê xwe bû, û bi dilpakiya xwe derbasî dil û mejiyê heval û derdora xwe dibû. Ew …
Zêdetir BixwîneJiyana Zahid Xelef
Helbestvan Zahid Mehmûd Xelef di sala 1967an de, li gundê Sîhaya piçûk yê ku li başûrê Tirbespiyê dikeve ji dayik bûye. Ew parêzer e û karê parêzerîyê jî dike, helbest û gotarê dinivîse. Aniha li bajarê Qamişloyê rûdinê. Berhem: 1_Perav û Dil 2_Awazên Dildar 3_Sawa Evînê 4_Eşwaq La dîfafe leha …
Zêdetir BixwîneJiyana Dildarê Mîdî
Ew Mihemdê Ehmedê Hacoyê Doşo ye. Bi nasnavê Dildarê Mîdî tê naskirin. Bavê wî ji gundê Bafê yê Bakurê Kurdistanê, koçî Rojavayê Kurdistanê kiriye û piştî rûniştina li çend gundan, êdî li gundê Elwanka Şêx bi cih bûye. Dildarê Mîdê di 1’ê Sibata 1963’yê de li gundê Elwankê çavên xwe …
Zêdetir BixwîneJiyana Ibrahîm Ebdî
Helbestvan Ibrahîm Ebdî di sala 1971’ê de li gundê Rişêdiyê yê bi ser bajarê Hisiçayê ve hatiye dunyayê. Ew jî wekî gelek kurdên hevdemên xwe, ji nasnameya Sûriyeyê bêpar bû, ji lew re xwendina xwe nedomand. Di sala 1988’ê de fêrî xwendin û nivîsîna kurmanciyê bûye û ji wê hingê …
Zêdetir BixwîneJiyana Reşîd Sofî
Reşîd Sofî wiha behsa jiyana xwe dike; Reşîd Sofî, ji Bajarê Kobanî ye, di sala 1953an de hatime diniyê. Piştî min “Bekeloriya” di sala 1978an de bidawî kir. Ez çûm welatê Mesrê min mûzîk xwend, ez li ser hesabê xwe çûm, li wê derê, Dar Elopera û Peymangeha Bilind ya …
Zêdetir BixwîneJiyana Xelîl Sasonî
Helbestvan û parêzerê Kurd Xelîl Sasonî, di sala 1944’ê de li bajarê Qamişloyê çavên xwe li jiyanê vekirine. Xelîl Sasonî xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistanên bajarê Qamişlo diqedîne, paşê li Zanîngeha Helebê di 1977’ê de Beşa Parêzeriyê bi dawî dike. Malbata Xelîl Sasonî ku bi Mala Eliyê …
Zêdetir Bixwîne