Jiyana Resul Ustun

Di 4ê Reşemiya 1959’an de li Erxeniyê hatiye dinyayê. Di malbateke cotkar û xebatkar de mezin bûye. Dibistana seratayî, navîn û lîseyê heta pola 2’yan li Erxenî’yê, pola dawîn jî li Batmanê xwendiye.

Dibistana bilind, di sala 1978’an de li Enstûtiya Perwerdehiyê ya Mêrdînê temam kir. Di sala 1979’an de dest bi mamostetiya polê kir. Li Erzerom, Tekman, Pasîn, Xinûs, Karaz, Erxenî û Amedê mamostetî û rêveberiya dibistanê kir. Resul Ustun, di salên lîseyê de dest bi nivîsandinê kiriye. Helbest û gotaran di wê demê de nivîsandiye. Di sala 1976’an de gotara wî di rojnameya Hurriyetê de tê weşandin.

Gotara wî li ser karkerên çandiniyê bû. Piştî vê gotarê ji her derê jê re rexneyên erênî tên û ew jî hêz dide ku di warê nivîsandinê de xwe pêş bixe. Bi hatina darbeya 12 Îlonê re wekî her rewşenbîr, Resul Ustun jî di çerxa îşkenceyê re derbas dibe. Bi salan li Erzerom û Amedê tê darizandin. Dû re di encamê de tê berdan. Lê ji hemû karan tê dûrxistin û nikare di tu sazî û dezgehên dewletê de kar û xebat bike û ji kar tê avêtin.

Ew jî li hemberî vê yekê dozeke dijber vedike û piştî pênc salan dozê qezenc dike û dîsa vedigere mamostetiyê. Ew her kar û xebatên xwe yên nivîskariyê didomîne. Helbest û nivîsên wî di kovar û rojnameyên wekî Esmer, Berfîn Bahar, Ozgur Gundem, Yeni Yurt, Ergani Haber û yên din de tên weşandin. Resul Ustun, li Amedê jiyana xwe dewam dike, zewiciye û bavê 3 zarokan e.

BERHEM:
Xewna Yarê, Helbest, Weşanên JJ, 2017
İkizleri Ayırmayın, Toplumsal Eğitimin Temel Kuralları, Hêçan,Tirkî, 2000
Zaman Pusuda, Helbest, Tirkî, 2005
Deşifre Etme Yalnızlığımı, Helbest, Tirkî, 2008
Ay Işığı Tanıklığı,Roman, Serpêhatî, Tirkî, 2016
Son Yaprak, Helbest, Tirkî, 2016
Firtonek Ahmo û Talaz Hemê, Pêkenok, 2017

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !