Zahir Ertekin ji Şemrexê ye. Xwendina xwe ya lîsansê li Zanîngeha Yüzüncü Yılê di beşa Dîroka Hunerê de kir. Li heman zanîngehê bi teza, “Cizre’deki Mimari Eserler” xwendina mastirê û li Zanîngeha Atatürkê bi teza, “İbrahim Hakkı Konyalı ve Eserlerinde Sanat Tarihi” xwendina xwe ya doktorayê temam kir.
Di sala 2017an de pileya Doçentiyê di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de hilda û li Zanîngeha Bingölê di heman beşê de wekî wanebêj dixebite. Edîtorê Kovara Nûpeldayê ye.
Heya îro bi navê Son Kapı (2010), Qelem Ey! (2015), Nêrgiza Lam û Elifê (2016), Dîwançeya Baqustanî (2015), Mewlûda Mela ‘Eliyê Baqustanî (2015), Biyografiyeke Menzûm a Mela ‘Eliyê Baqustanî (2015), Dîwana Mehwî Latînîkirin û Ferhenga Soranî-Kurmancî [Digel Hêmin Omar Ahmad] (2018), Erzurum’da İz Birakanlar (İbrahim Hakkı Konyalı) (2016), Baxê Îrem (Wek Amadekar), neh pirtûkên wî derketine.
Di gelek kovarên tirkî û kurdî (yên sivîlî û yên akademîk) de nivîsarên lêkolînî, çîrok, ceribîn û helbestên wî weşîyane.