Di sala 1984’ an de li Mêrdînê navçeya Stewrê li gundê Kelapozreşê hatî dine. Di yek saliya xwe de malbata wê te bajarê Stenbolê û jiyana xwe li wir didomînin. Dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê li stenbolê dixwîne. Di sala 2002’ yan de li Zanîngeha Kutahya Dumlupinarê, beşa karsaziyê diqedîne. Hîn jî li Zanîngeha Anadolûyê di beşa Edaletê de xwendina xwe didomîne.
Di sala 2007’ an de dest bi hînbûna zimanê Kurdî dike. Piştre li gelek cihan mamostetiya zimanê kurdî dike û di nav xebatên zimên de cih digire. Di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de rêvebertî dike. Gelek nivîs û xebatên wî di cur bi cur rojname, kovar, malper û pirtûkan de cih digire.
Bi Mevlut Aykoç’î re Weşanxaneya Ar’ê (Ar Yayınları) ava kirî. Di nava xebatên Weşanên Arê de ji bo zarokan kovara “Perperok”, ji bo ciwanên zanîngehê Kovara “Ciwanzar” û gelek xebatên li ser ziman çap kirine.
Hîn jî bi karê weşanxaneyê (Weşanên Ar/Ar Yayınları) re eleqedar e (werger, redekte, mîzanpaj, edîtorî û hwd) û li ser ziman (dersên Kurdî, lêkolîn, amadekirina pirtûkan û hwd.) xebatên xwe didomîne…
Berhemên wê:
1- Dilzîn (helbest), Weşanên Ar, Stenbol, 2012
2- Ferheng-Sözük (Kurdî&Tirkî –Tirkî&Kurdî), Weşanên Ar, Stenbol, 2013
3-Kürtçe Okuma Yazma Öğrenme, Weşanên Ar, Stenbol, 2019
4-Kovara Perperok, Zarok (sê hejmar), Kovara Ciwanzar (du hejmar) Weşanên Ar, Stenbol