Mizgîn Tahir

Jiyana Mizgîn Tahir

Mizgîn Tahir yekemîn operabêja kurd e.

Biyografî

Mizgîn Tahir li Tirbespî Binxetê di malbateke hunerî de hate dinyayê. Bavê wê dengbêjê bi navê Necîmê Omerî an Necîmê tembûrvan bû û birayê wê, xwîşka wê stranbêj bûn. Lê Mizgîn dixwest muzîkeke ji wan cudatir çêbike.

Operayê cara yekem di qenalên televîzyonê de guhdarî kir. Pir bala wê dikişand.

Piştî qedandina dibistana navîn , dixwest biçe konsêrvatwar ê, lê him ji ber jinatiyê, hem jî ji ber ku mûzîk ne girîng bû mixabin civak ji wê re pir ne alîkar bû. Wê pêşî li Zanîngeha Şamê di beşa arkeolojiyê de dixwend. Du sal şûn de ew beş berda û sala dawî temam nekir. Lê dema ku wê dixwend, diçû cem mamosteyeke rûsî bi navê Gelîna. Wê li konsêrvatiwara mûzîkê mamostetî dikir û li ber destê xwe Mizgîn ji bo konservatiwarê amade kir.

Di 1999an de dest bi konservatiwarê kir û xwendina xwe di amûjgeha mûzîkê ya bilind dewam kir, di sala 2004an de xwedina xwe li Şamê bi dawî kir. Di dengê operalî de pênc dengê bingehîn hene: dengê Mizgîn Tahir bi xwe du beşî ye, sopranoya lîrîk û sopranoya dramatîk e. Mizgîn Tahir heta niha li gelek bajaranên mîna Şamê, Silêmaniyê û Amedê konsêr pêşkêş kirine.

Xebat

Mizgîn Tahir gelek konsêr bi koralê Konsirvatiwarê re çêkirin, yên balkêş ev in:

  • Konsêrek li Busra(Şam) bi koralê Laskala yê îtalî di bin tevdêra mayistro Rîkardo Mûtî de.
  • Çend konsêr bi koralê Konsêrvatwarê re di vekirna mala opêra de li Şamê.
  • Konsêrek bi Resîd Sofî re li Mekteb Anber bi alîkariya navenda Gotê ya Îspanî li Şamê sala 2003 an de.
  • Konsêrek li Navenda çanda firensî li Şamê di sala 2005an de
  • Konsêrek li Kurdistana başûr bi orkêstra Silêmaniyê re bi tevdêra mayistro Abdula Cemal Sagirme di sala 2006an de.
  • Du konsêr bi Mîna Agosî re li Heleb û li Şamê sala 2007an de.
  • Konsêrek li festîvala Amedê di sala 2007an de.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !