Mizgîn Hesko

Jiyana Mizgîn Hesko

Mizgîn Hesko Mehmûd (z. 20’ê mijdarê 1973, Şelhûmiyê, Qamişlo)

Helbestvan û Nivîskar Mizgîn Hesko Mehmûdi 20 ê mijdara 1973an de, li gundê Şelhûmiyê ku ji gundên herêma Cizîrê ye’ û girêdayî bajarê navdar Qamişlo ye, ji dayik bûye. Xwendina seretayî , ya navendî û ta bi ya amadeyî ( Lîse ) li bajarê Tirbespiyê qedandiye. Di destpêka xwe de, helbestvan Mizgîn Hesko bi zimanê dibistanê yê Erebî helbest dinvîsîn, û piştî bombebarandina Helebçayê ew êdî bêhtir li kurdî vedgere, hezkirina zimanê kurdî wê bêhtir ber bi xwe ve dibe û weha biryar dide ku hew bi Erebî binvîsîne.

Yekemîn helbesta wê ya bi kurdî di Gelawêjê de hatiye belavkirin. Li derveyî welat di kovara Dugir, malpera Welatê me, Avesta , Gemiya kurdan, Amûde û Pênûsa nû peşek ji gotar û helbestên wê hatine belavkirin, herweha rojnameya Avru li Duhokê. Ji sala 1996an de li Elmaniya dijî. Li Elamiya Florîstîk xwendiye û Diblom wergirtiye.

Ji sala 2015 – an de, ji endamên Desteya birêvebir ya rojnama Pênûsa nû ye. Ji bilî helbestê carcarna gotaran dinvîse û hin lêkolînên wê hene ku di hin rojname û govaran de hatine belavkirin.

Xelatên Wê:
* Xelata rêzgirtinê a seydayê Cigerxwîn ku ji aliyê partiya dimuqrata kurd li Sûriyê ( Pêşverû ) tête dabeşkirin , sala 2012.
* Xelata Mihrecana helbesta kurdî li derveyî welat ,ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên kurd ve sala 2013.
* Xelata Serxwebûnê Ji aliyê Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê( Rûdoz)

Ji berhemên wê yên çapkirî:

1. Tîpên evînê…Adara 2007….Çapxana Befet.
2. Asoyekî tijî Endeko…Tîrmeh 2008…Weşanên Han.
3. Di nav henasên kovanan de….Adar 2010…Weşanên. Han.
4. Li ber pala welatekî birîndar diherikîm, Çapa yekem..Adar 2012…Weşanên Han.Çapa duyem Avdar 2020 Weşanên Sersera.
5. Ristek lal e…Îlon 2013…Weşanên Han.
6. Ber bi werzê hezkirinê ve….mijdar 2015…Weşanên Soran.Çapa duyem , Avdar 2020 Weşanên Sersera
7. Rêgehên keskîn….Gulan 2019 Weşanên Sersera.

Ji berhemên Mizgîn Hesko ên hîn neçapkirî.

1. Hirçê berfê yê Piçûk ber bi kû ve…? ( çîroka zarokan, wergerandin)
2. Sebeta Şekir ( helbestên zarokan)
3. Ji bexçika jiyanê ( nerîn, dîtin û hin helwest )
4. Gotarên min ( pirojeya gotarên Mizgîn Hesko)
5. Berhema 8. ( Helbestên nuh )

https://www.bernamegeh.org/2020/11/23/helbesten-mizgin-hesko/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !