Mihemed Teqevî(1977, Şîrvan, Xorasana Bakur) yek ji nivîskar û wergerên kurd ên kurmancê li Îranê ye ku pirtir di torên civakî da li ser zimanê Kurdî çalak e û dixebite.
Di sala 1977an da, li gundê Melebêqirê, başûrê Şîrvanê, parêzgeha Xorasana Bakurê, Îranê ji dayîkê bû. Ew heta pola sêyemîn li dibistana seretayîya gundî dixwîne, dû ra ligel malbata xwe berbi bajarê şîrvanê dikoçin û xwendina xwe li dibistana seretayîya xwe di bajarê Şîrvanê da didomîne û diqedîne.
Dibistana navincîya xwe li Ferhengîyan derbas dike û piştra diçe huneristana Teqevîyan û dîploma xwe di beşa kehribayê da distîne û xwe ji bo zanîngehê amade dike. Ew di sala 1990an da li zanîngeha Ferdowsîyê hat pejirandin û piştî 4 salan wêje û zimanê îngilîsîyê diqedîne û lîsansa xwe ya mamostetîyê distîne û di heman demê de xebatê xwe di debîristanên bajarê Şîrvanê da wek mamosteyê zimanê Ingilîsîyê destpê dike. Hîn 10 sal xebatên wî wek mamosteyê Ingilîsî xilas nebubû ku di zanîngeha Bîrcendê wek xwandekarê beşa zimannasîyê hat pejirandin û piştî du salan wî karnasîya xwe ya bilind di wî beşî da jî stand.
Têza wî ya karnasîya bilind li ser nîşandarîya haleta devoka Kurmancî û miqayisekirna wê bi ya Farsî bû. çend gotarê wergirtî ji wê têzê di kovarên zanîstî yê îranê ji wî hat weşandin. Ew di sala 2015an da ji alî weqfa Mezopotamîyayê hat wexwendin û beşdarîya komxebata kurmancîyê bû. Di sala 2019an da navê wî jî wek endamekî ji wê komxebatê li ser pirtûka Rêbera Rastnivîsînê hat nivîsîn. Mihemed Teqevî heya niha bi sedan kurteçîrok wergerandine û ew kurteçîrok di bolaga wî bi navê Linguakurd.blogfa.com hatine weşandin.. Ev niha nêzî 10 sal in ku wek nivîskar û wergêr bi zimanê kurmancî çalak e.