Sala 1966’an, li gundê Malêgirê yê Hezoya Êlihê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li gundê Bölükçayırê, dibistana navîn û amadeyî li navenda Farqînê xwend. Xwendina xwe ya bilind li Zankoya Stembolê di Beşa Radyo û Televizyonê ya Dibistana Bilind a Çapemenîyê û Weşanê ya Peymangeha Ragihandinê de kuta kir.
Di rojnameyên Silvan, Batman Çağdaş, Batman Postası û Batman Arayışê û malpera nûçeyan Hürbakışê de nivîskarîya stûnan kir. Di Civata Rojnamevan û Weşangeran a Êlihê de, ku bi xwe tê de endam e, du serdeman sekreterîya darayî, du serdeman jî cîgirîya serokatîyê kir. Di rojnameya Batman Çağdaşê û malpera nûçeyan Hürbakışê de bi nivîsîna stûnan berdewam e. Nihat Ekinci endamê Komeleya Mafên Mirovan, Tüm Bel-Sen, Civata Rojnamevan û Weşangeran a Êlihê, Bart (Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê), Kurdî-Derê û Komeleya Nivîskarên Kurd e. Li gel cîgirîya serokatîyê ya Civata Rojnamevan û Weşangeran a Êlihê bi kordînatorîya weşanê ya Weşanxaneya Batmane berdewam e. Ekinci zewicî ye û bavê şeş zarokan e.
Berhemên wî:
Roman:
Xwedaber, Weşanên Do, 2012
Jiyana Qurmiçandî, Weşanên Batmane, 2013
Üç Sürgün Bir Dönüş (Sê Sirgûn û Vegerek), Weşanên Batmane, 2014
Lêkolîn û gotar:
Petrolün Kenti Batman (Êliha Bajarê Niftê), Weşanên Etik Ajansê, 2011
Köy Koruculuğu Sistemi (Pergala Cerdevanîya Gundan), Weşanên Do, 2011
Batman Basın Tarihi (Dîroka Çapemenîyê ya Êlihê), Weşanên Batman Yeni Çağdaşê, 2012
Faili Meçhul Cinayetler / Akan Katran Değil Kandı (Kuştinên Kiryarnedîyar / Ya Kişîyayî Xwîn Bû Ne Ku Qetran), Weşanên Do, 2012
Batman’da Derin Cinayetler (Kuştinên Kûr Li Êlihê), Weşanên Batmane, 2013
Batman ve İlçeleri Tarihi (Dîroka Êlihê û Navçeyên Wê), Weşanên Batmane, 2015