Jiyana Nizamettin Akkurt

Nizamettin Akkurt, Nizamedîn Akkurt, nivîskarek e ku di sala 1968’an de li gundê Bêkendê ku bi Misirca Sêrtê ve girêdayî ye, ji dayik bûye.

Dibistanê li gund û navçeya Misircê xwendiye. Ûnîversîteyê li Stenbolê beşa Medyayê xwend, lê ji ber xetereyên jiyanî, hestên welatperwerî û şoreşgerî zanîngehê di nîvî de dihêle û tevlî gerîlla dibe. Edîtoriya kovarên weke Dengê Amed û Bergeh kiriye. Li wargeha Maxmûr di rojnameya Maxmûr Rojev de weke qunciknivîs xebitiye. Pişt re jî di sala 2004’an de ji nava refên gerîlla îstîfa xwe bi fermî daye û veqetiyaye.

Ji bilî du pirtûkên zimanê tirkî, Nizamettin Akkurt îmze avêtiye çend pirtûkan. Di nava pirtûkên wî de roman, helbest, muzîkal, pexşan û lêkolîn hene.

Nivîskar endamê Pena Kurd e. Ew bi hevjîna xwe Serpîl Kilinc re li Swedê dijî û karê xwe yê nivîskariyê berdewam dike.

Pirtûkên wî
Hinek ji pirtûkên wî ev in:

Zagros 1 (öykü)
Zagros 2 (öykü)
Çîroka Du Ezîzan (helbest)
Vejîn (helbest)
Nivîsa Qafikên Entîke (pexşan)
Binefşî Heyamên Veqetînê (helbest)
Kevalên Tenişta Jiyanê (pexşan)
Gedeyê Şîrîn (roman)
Xwedavendên Wenda (helbest)
Maxmûr Dişewite (lêkolîn)
Vejîn 2 (muzîkal)
Zimanê kurdî 1 (pirtûka dibistanê ji bo pola 2-5)
Zimanê kurdî 2 (pirtûka dibistanê ji bo pola 6-9)
Rastnivîsîna Kurdî (gramer-rêpîvanên rastnivîsandinê)
Sezgiler (ṣiir-türkçe çeviri)

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !