Jiyana Rêdûr Dîjle

Di sala 1987’an de li gundê Dêrîş ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê çêbû. Li Kilîs û Amedê li Fakulteya Aboriyê û li Zanîngeha Artûklûyê jî di warê Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa bilind xwend. Di koma senaryoyê ya bi navê Senarojê de û di nivîsandina senaryoya sit-com’a Kurdî Malîno de cih girt.

Di 2012’an de pirtûka wî ya ewil a helbestan Eşêfa Temenekî ji Weşanxaneya Ronahiyê, ya dudoyan Kêsek jî di sala 2017’an de ji Weşanxaneya Lîsê derket. Di sala 2015’an de romana Kurdêd Elegezê ya Erebê Şemo ji Kirîlî veguhast Latînî û ji Weşanxaneya Belkiyê derçû. Di sala 2018’an de jî pirtûka çîroka “Seher” a Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş ji Tirkî wergerand Kurmancî û ji Weşanên Aramê derçû. Di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA), Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê (dihaber) de xebitî û niha jî di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de dixebite. Ji sala 1994’an ve li Bismila Amedê dijî.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !