Roza Metîna li Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û ya amadekariyê li Dêrikê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê û Dîcleyê Beşa Gihaştina Zarokan qedand. Li Zarok Tv’yê Bernameya Fêrgeh, li Stêrk Tv’yê Bernameya Nûjen pêşkêş kir. Niha li JIN Tv’yê Bernameya Teşiya Wêjeya pêşkeş dike. Di 2016’an de bi çîroka xwe ya bi navê ‘Keziyên Ji Bêhna Şitlên Rihanê’ Xelata Festîvala Sêyemîn a Kurteçîrokên li Rojavayê Kurdistanê girt. Di 2017’an de di 25’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Têkoşîna Tîpên Qedexe’ xelata yekemîn girt.
Di 2018’an de di 4’emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênegiriyê ya Denîz Firat de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Mizgînxêrên Derbiharan’ xelata yekemîn girt. Di 2019’an de di 8’emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt de di beşa çîrokên Kurdî de bi çîroka xwe ya ‘Guliyên Ji Bêhna Şemamokan’ xelata yekemîn girt. Di sala 2020’an de di Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wênegiriyê ya Denîz Firat de di beşa çîrok û helbestê de jurîtî kir.
Di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê û PENa Kurd de cihê xwe digire. Di heman demê de endama Koma Helbestê ya Amedê ye. Niha li Amedê li Ajansa Jinê ya Nûçeyan ya JINNEWS’ê dixebite.
Berhemên Wê:
Bilindahiyên Xwedanwend (Helbest) 2014
Hêviyên Dilazad (Helbest) 2015
Sêgoşe û Çargoşe(Çîroka Zarokan)
Tilîya Qereqûçkê (Helbest) 2019