Selah Resûl wiha qala jiyana xwe dike;
Navê min Selah Silêman Resûl e, ji zayîna 1952an im, li taxa Enteriyê hatime dinê, min hetanî pola şeşan xwendiye, jiber hezkirina min ji mûzîkê re min hew guh da xwendin û dibistanê, bavê min zor li min dikir ku ez li bilûr û tembûrê nedim, digote min ev tembûr û bilûr şerm in, kirêt in, kesê ku danûstandinê bi wan re bike, 40 rojî bê îman dimîne! Bavê min jiber wan nerîn û helwestan 7 salan nehate mala min, piştî ku ez navdar bûm hate mala min, min jê re got: Yabo va bû 7 sal ez karê stranbêjiyê dikim û li tenbûrê dixim, va tiştek bi min nehat û tiliyên min weke zêr in? Bavê min keniya û gote min Welah kurê min, min jî wisa bihîst û min ji te re got.!
Di sala 1970î de, hevalekî me hebû navê wî Cemîlê Salihê Elî bû, wê salê xwendina xwe ya bekeloriyayê stand, û berî wî kete Istanbolê ji bo xwendina xwe temam bike, me di hewşa mala wan de wek ahengekî jê re lidar xist, pir xweş derket, li wir mihvan hebûn, navê min derket û digotin Selaho çi ev aheng xweş kir, demek ser wê ahengê re neçû, ez hatim xwestin ku dawetekê li tara Mehmeqeya lidar bixim, û di pey wê re dawet li Tara Qedûr Beg jî, min lidar xist, û ez çûme leşkeriya Sûriyê, di salên leşkeriyê de min xwe baş hînê huner û tembûrê kir, di sala 1973an de min leşkeriya xwe bi dawî kir, ez vegeriyam Qamislo çend roj neketin hatina min de, dawetek ji min re hat, dîse li tara Mehmeqeya bû, min ew dawet lidar xist, û paşê ez çûme Helebê, û li wir zewicîm û 3 salan li Helebê mam. Piştî 3 salan ez vegeriyam Qamislo, min serdana hin hevalan kir, ji min re gotin dinya li ser stranê te xirabûye, ma tu li ku derê bûyî, min gote wan xêr e? Gotine min here tomargehê û zanibe!?
Gelê min yê bajarê Qamişlo ez kirim hunermend, ez vê jibîr nakim, hezkirinek bêhempa ji min re diyar dikirin. Min qet ji bo tenê stranbêjê dawet û şahiyan kar nedikir, min dixwest ku ez di hunera xwe de karin din bikim, stranin şoreşgerî, bi coş ji bo gelê xwe çêbikim, loma di sala 1978an de, ez hunermendê yekemîn im, ku min cejna Newrozê li taxa Hilko lidar xistiye, di wê Newrozê de Seydayê Cegerxwîn jî amade bû, û pir kêfa wî ji karê min re hat, ji sala 1978 hetanî sala 1980’î min Newroz bi tena xwe lidar dixistin, min çend xort ji tîma xwe ya fitbolê dabûn hev û min koma “Pale” damezrad, û me dîlanên filiklorî di Newrozê de pêşkêşê gelê xwe dikir. Di sala 1979an de komek hebû bi navê Koma Cezîrê, ez û Ciwan Haco di wê komê de bûn, me karê xwe li ser dika Navenda çandî ya dewletê lidar dixist, carekî li bajarê Hesekê ahengek mezin hebû, û nimra koma me ya pêş bû, wezîra çandî Necah Al’etar derbasî holê bû min strana “Ey Reqîb” bi tembûrê lêxist, nizanim çawe wisa bi min re derket û çêbû, lê tişta baş ku min di bera mewlek got, û bala tu kesî nekişand ku min mûzîka sirûda gelê Kurd lêxist. Lê Necah Al’etar ji berpirsê navendê re got: “We ev cih kiriye Navenda çanda Kurdî, ne ya Erebî ye”!!, û êdî karê me li ser dika wê şanoyê qedexe bû. Di sala 1981’î de, Koma Xelat ji aliyê “Partiya Hevgirtina Gel” hat damezrandin, ez tevlî wê bûm. Navê wê “Koma Xelat” bû. Di sala 1983an de, wek yekemîn koma filiklora Kurdî em çûn newrozê, ez li ser dika komê bûm, Nemir Mihemed Şêxo hate Newrozê, cemaweran rahiştin wî heta ku ew anîn li ser dikê, min pêşwaziya wî kir, û min desmala xwe li sitiwê wî pêça, lê Mihemed Şêxo stran negotin tenê cejin li gelê Kurd pîroz kir. Di wê Newrozê de me rojeke dîrokî lidar xist. Di wê rojê de, min berê xwe de Şamê roja din min Newroz li Şamê jî lidar xist, ji bo doz û xwestek û hunera gelê xwe ez xwebexş bûm. Di sala 1984an de, siyaset kete nav hunerê û karê komên filiklorî de, min hew bi koman re kar kir. Mixabin!, hetanî vî çaxî jî siyaset û nakokiyên partiyan bandora xwe li huner û hunermendan dike!!. Ji bo karê min rêjîma sûriyê gelek astengî ji min re çêdikirin, bi dehê caran, ez xwestime û lêkolîn bi min re kirine, û dixwestin ez neçim Newrozan.
Selah Resûl di dawiya salên 70 yan de hate naskirin wekû dengbêjê zemawendên kurdî de û bi deng û şêweya xwe karî bû cihekî taybet di nav civakta Kurdî de bigere.
Selah Resûl ji hunermendê pêşî bû ku amêrên nû yên mûzîkê daixst nav strana kurdî de li Qamişlo û ta roja îro jî hîna şûn û bandora wî diyare, li ser şêweya stranên zemawendan ên Kurdî.