Merwan Berekat

Jiyana Merwan Berekat

Merwan Berekat di mijdara 1964’ê de li gundê Soxanekê yê girêdayî navçeya Şêrawa (Çiyayê Lêlûn) ji dayîk bûye.

Xwendina seretayî li gund kuta kiriye û ya amadehî li Helebê domandiye. Di 1981’ê de derbasî Peymangeha Bazirganiyê dibe û di pê re Wêjeya Ingilîzî jî dixwîne, lê belê ji ber “sedemên ewlehî” her du beşan jî bi dawî nake. Bi qasî deh salan di  dibistanên deverê de mamostetî kiriye, lê rêjîma Sûriyeyê bi sedema xerîkbûna bi zimanê kurdî, ew du caran ji kar bi dûr xist û nehêla ku mamostetiya xwe bidomîne.

Di sala 1982‘yê de bi awayekî jixweber fêrî zimanê kurdî bû. Di sala 1989’ê de bi fermî dest bi nivîsînê kir û êdî nivîsîn wê di piraniya kovar û rojnameyên Rojavayê Kurdistanê de hatin weşandin. Yek ji damezrînerên Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ye.

Bi dehan ji nivişt û pirtûkên hêja berhem dane, hin ji wan çap bûne, hin jî hêj destnivîs in. Tûrikê berhemdariya wî şaxên têvel li xwe digire, wekî: berhevokên helbestan, lêkolîn, zimannasî, daneheva parçeyên folklorî, deqên wêjeyî û roman.

https://www.bernamegeh.org/2020/11/04/helbesten-merwan-berekat/

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !