Di sala 1950’î de li Karaza ku li ser Licê ye hatiye dinê. Karaz paşê bûye navçe. Dibistana seretayî li Karazê û dibistana mamostetiyê jî li Erxeniyê xwendiye.
Di dema mamostetiya xwe de, di TOB-DER, sendîkayên Eğit Sen û Eğîtîm Senê de bi awayekî aktîf cih girtiye. Piştî ku malnîşîn bûye, du sal di rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Tarsûsê de xebitiye. Demek di kursa Kurdî ya Edenê de mamostetiyê kiriye. Di damezrandina Kurdî Dera Mersînê de cih girtiye. Rêveberî û Serokatiya Kurdi-Dera Mersînê kiriye. Helbest û çîrokên wî di rojnameya Azadiya Welat, kovara Emek ve Însan, kovara W, Tîroj, Çirûsk û Güney de hatine weşandin.
BERHEM:
Rêya Dûr, Çîrok, Amed, 2010
Hesreta Axa Welat, Çîrok, Weşanên JJ, Amed, 2015
Qolye, Çîrok, Weşanên APEC, Amed, 2015
Hêstrên Xwînî, Helbest, Weşanên JJ