Hunermendê Hîp Hopê Şerîf Omerî di sala 1987’an de li bajarê Qamişlo hatiye dinê û xwendina xwe li Zanîngeha Helebê di beşa Civaknasiyê (Sosyolojiyê) dewam dike.
Di sala 2004’an de li Qamişlo dest bi hunerê kir. Tevlî pêşbirka mûzîkê ya li Efrînê SuperStar bû û cihê yekê girt.
Tevahiya stranên wî bi şêweya rojhilatî ne. Di sala 2006’an de berhema xweyî pêshîn a bi navê Bavê Gemar derxist. Gotin û mûzîka vê albûmê tev yên hunermend Şerîf Omerî ne û bi alîkariya hunermendê navdar Şiyar Agirî hatine amade kirin.
Di sala 2008’an de, Şerîf Omerî dibe endamê Koma Qamişlo.
Stîla wî
Dengê Şerîf Omerî hinkî zirav be jî, mijarên gotinên wî giran û kûr in. Ji hêla xwendinê ve gelek jêhatî ye û lewra stranên xwe pir hişkî (lezgîn) dixwîne.
Hêjayî gotinê ye ku gelek klîbên wî yên weşandî li taxên bajarên Rojavayê Kurdistanê hatine kişandin.
Albûm
- 2015 – Lêxin
- 2014 – Hîphopa Kurdî
Stran
- 2019 – Ciao Ciao Pella
- 2018 – Bajo Bajo
- 2017 – Hola Hola – Hîphopa Kurdî
- 2016 – Negrî Bajarê Min
- 2015 – Bankin – Lêxin
- 2015 – Lêxin – Lêxin
- 2014 – Nezanî – Hîphopa Kurdî
- 2014 – Mirna Hêdî – Hîphopa Kurdî
- 2014 – WaWa – Hîphopa Kurdî
- 2014 – Rastî Taala – Hîphopa Kurdî
- 2014 – Gelî Milet – Hîphopa Kurdî
- 2014 – DJ – Hîphopa Kurdî
- 2013 – Keçka Nezan
- 2013 – Şerê Mala Apê Fewzî