Umîd Demîrhan (bi tirkî: Ümit Demirhan) nivîskarekî kurd e.
Li gundê Noreşîna Bazîdê hatiye dinyayê û hêj jî li wir dijî. Perwerdeya zimanê erebî li Misirê dîtiye û huqûq jî li Sûdanê xwendiye. Di Medreseya Kesk a Bazîdê de gerînendetî û seydatî kiriye.
Ji dibistana kurdî a Stembolê bawernameya mamostetiya zimanê kurdî wergirtiye. Erebî, farsî û îngilîzî dizane û karê wergeriyê dike.
Berhem
Ferhenga Destî ya Umîd Demîrhan
Pirtûk
- Ferhenga Destî -kurdî bi kurdî- çapa yekem, weşanên Nûbiharê, Stembol, 2006.
- Ferhenga Destî -kurdî bi kurdî- çapa duyem a berfireh, weşanên SEWADê, Bazîd, 2007.
Werger
- Dicle Operasyonu (bi tirkî), ji Rizgar Muhemed, weşanên Dozê, Stembol, 2007.
- Melayê Cizîrî (bi tirkî), ji Xalid Muhemed, weşanên Hîvdayê, Stembol, 2008.