Arşîvên Etîketan

Jiyana Rohat Alakom

Rohat Alakom (z. 13’ê gulanê, 1955 Qebaqom, Kaxizman) nivîskarekî kurd e. Jiyan Di roja 13’ê gulana 1955’an de li gundê Qebekom ku bi Qaxizmanê re girêdayî ye (qezayeke bajarê Qersê) ji dayik bûye. Dibistana pêşîn, navîn û lîse li wir xelas kir. Paşê wi li Ankarê, li serbajarê Tirkiyê xwendina bilind qedand (1974-1978). Du salan 1979-1980î li Bulgarîstanê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Nezîr Silo 

Nezîr Silo nivîskarekî kurd e. Silo li başurê rojavayê Kurdistanê li gundekî girêdayî Dêrika Hemko, di sala 1972 an hatiye dine. di sala 1998an de bi komek rewşenbîr re kovara Rojda dan weşandin. Di rojnama Azadiya Welat de u gelek kovaren di ên bi zimanê kurdî diweşin de dinivîse, her weha bi zimanê erebî jî di gelek malperan de gotaran dinivise. Berhem Wêjeya Kurdî doh û îro (lêkolîn), …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Fawaz Husên

Fawaz Husên (z. 1953, li Kurdo, Amûde (Rojavayê Kurdistanê, Sûrî)), nivîskar û wergêrekî kurd e. Fawaz Husên di sala 1953an de li gundê Kurdoyê ji derdora Amûdê yê Binxetê hatiye ser dinyayê. Ew ji sala 1978an heta bi 1992an li Parîsê li zanîngeha Sorbonneyê dixwîne û di sala 1988an de dibe doktorê ziman û wêjeya frensî . Fewaz Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Nivîskar îro (2012) li Parîsê dijî. Pirtûk û werger Siwarên êşê. …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Bûbê Eser

Bûbê Eser (z. 1ê rêbendana 1955 li gundê Xozberiya, Dêrika Çiyayê Mazî), nivîskarekî kurd e. Kurtejiyana wî Bûbê Eser di sala 1955an de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî dibistana xwe ya destpêkê li Qesra Qenco, navîn û lîse jî li bajarê Mêrdînê di sala 1973yê de qedand. Wî di sala 1971ê de dest bi siyasetê kir. Di sala 1975an de li Enqerê dest bi xwendina bilind a bi navê Akademiya Zanistiyên …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Ferzan Şêr

Helbestkar, rexnegir, akademîsyen, wergêr. Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan, di sala 1986’an de li gundê Hezyatê/Barincê yê Bişêriyê çêbû. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê û dibistana navendî û lîsê li Batmanê (Êlihê) xwend. Di sala 2010’an de Zanîngeha Hacettepeyê beşa “Kewandina Fizîkî û Rehabilîtasyon”ê qedand. Li …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Ahmet Aras

Ahmed Aras yek ji lêkolînvan û nivîskarê kurd e. Di sala 1944an li gundê Melle Osman ya Qereyazî yê ji dayik bû. Di sala 1970î de li Zaningeha Erzerom ê Fakûlta Îktîsadê beşa aborîzaniyê qedand. Di salên 1965-66an de ji ber sedemên siyasî haten girtin. Di sala 1969´î de dest bi nivîskariya pisporî kir û di hin rojname û kovarên girîng yên wê demê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Babayê Keleş

Babayê Keleş çîroknivîs û nivîskarekî kurd e. Babayê Keleş di sala 1947an de hatiye dinyayê. Kalikê wî – Dodoyê Baba aqilmendekî dema xwe bû. Wî neviyê xwe – Baba bi serpêhatî, destan, beyt û çîrokên kurdan mezin kir. Babayê Keleş beşa kurdzaniyê ya Ûnîversîteya Yêrêvanê xelas kiriye. Paşê 18 salan di redaksiyona rojnama kurdî Riya Teze de kar kiriye. Heta niha pirtûkeke wî bi …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Adar Jiyan

Adar Jiyan nivîskarekî kurd e. Adar Jiyan di sala 1965’an de li gundê xwe Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye, hatiye dinyayê. Dibistana Seretayî li gundê xwe xwend. Dibistana navîn li Stewrê, peyre jî Amadeyiya Îmam-Xetîbê a Mecanî li Mêrdînê, Enstîtuya Perwerdehiyê li Ruhayê kuta kir. Sê salan Li Beşa Zankoya ziman, dîrok û erdnîgariyê Beşa Zimanê Fransî û Wêjeyê xwend, belê ji ber sedemên ramyarî …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Amed Tîgrîs

Amed Tîgrîs nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî ye. Amed Tîgrîs di sala 1948’an de li Licê hatiye dinê. Ew ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Tîgrîs li Licê dibistana sereta û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye. Licî, Amed Tîgrîs bi navê Mekî Xoce nas dikin. Tîgrîs …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !