Apê Adîk (z. 1907 − m. 2007), dengbêj û stranbêjekî navdar herêma Efrînê ye. Apê Adîk bi navê xwe yê din Hesen Adîk di sala 1907an de ji dayik bû. Adîk li herêma Efrînê xwedî navek mezin bû, ku bêtirî 70 salan stranên kurdî yên klasîkî mîna Mem û Zîn, Cebelî, Teyar, Derwêşê Evdî û Edulê gotine. Hunermend Adîk li gelek amurên muzîkê dixist, …
Zêdetir BixwîneJiyana Mihemedê Gavan
Mihemedê Gavan, anku Mihemedê kurê Îsayê Xelef, hunermend û stranbêjekî kurd bû ku di sala 1934an de li gundê Tilşeîra Aşîtan, li Rojavaya Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Girê Mîran ê Nisêbînê bû, lê ber bi hêla Binxetê ve koçberî gundê Tilşeîra Aşîta bûbû. Di 20 saliya temenê xwe de, stran û lawik û dîlokên reqsê digotin û bi demê re bi deng û awazên …
Zêdetir BixwîneJiyana Derwêş Serhedî
Derwêş Serhedî di payîza sala 1964`an de li gundekî qeza Cilawûz’ê ku girêdayî bajarê Qersê ye, hate dinê. Gundê wî dikeve qontara çiyayê Qisirê, wê demê gundekî 70-80 malî bû. Mixabin ji sedema jiyana aborî û bi piştî dest pêka şoreşa bakurê Kurdistanê gundê wan jî mîna gelek gundên din ji gelê …
Zêdetir BixwîneJiyana Zulkufê Qado
Zulkufê Qado, Zilfoyê Qilê an jî Zilfoyê Tekmanê (bi tirkî: Zülküf Korkmaz) di sala 1959’î de li gundê Goma Qilê ya girêdayî Tekmana Erzîromê ji dayîk bûye. Tirkan navê Zülküf Korkmaz pêvekirine. Bi eslê xwe ji gundê Fîsê ya girêdayî Diyarbekirê û ji eşireta Fîsê ye. Niha di gundê xweda cotkarî dike. Dengbêjiya xwe di serî de ji diya xwe Senem Xanimê hîn dibe. Ew jî wekî hemî dengbêjên Serhedê ji dibistana Evdalê Zeynikê ye …
Zêdetir BixwîneJiyana Îran Xanim
Îran Xanim(1950-1951(!),Gundê Înkesû, Bradost – 10 Gelawêj 2001, Wirmê) an jî Îranxan (Îran Xan) jineke dengbêja navdar a Rojhilatê Kurdistanê ye. Navê wê rastî Îran Mucerd e. Di karê hunermendiyê de nasnava Îran Xanim ê bikar anîye. Îran Xanim di sala 1950 an ji 1951î da li Rojhilatê Kurdistanê li Gundê Înkesû a girêdayî navçeya Bradost êye ji dayîk bu. Malbata wê cotkar bu. Navê bavê …
Zêdetir BixwîneDengbêj Gulê kî ye
Dengbêj Gulê di dawiya 1700 ´î, destpêka 1800 ´î de li herêma Serhedê jiyaye (Agirî). Pirr kes di wê baweriyê de ne ku ew jina Evdalê Zeynikê an jî hemdemiyê wî bûye. Gulê Fileh an jî Kurdeka nemisilman bûye. Pirraniya stranên dilan ên herêma Serhedê ji devê Gulê hatiye strandin. Evdal bi xwe di hîç straneke …
Zêdetir BixwîneJiyana Erdewan Zaxoyî
Erdewan Zaxoyî (yan Erdewan Zaxolî, bi navê xwe yê resen Erdewan Elî, 1957 – 1986) hunermend û stranbêjê pir navdar yê herêma Behdînan bû. Jiyan û xebat Erdewan Zaxoyî li sala 1957’an li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye. Ji ber rewşa dijwar ya jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Li sala 1978’an yekem kaseta xwe derxist. Paşî bû pêşmerge û li gel …
Zêdetir BixwîneJiyana Eyaz Zaxoyî
Eyaz Zaxoyî (yan Eyaz Zaxolî, bi navê xwe yê resen Eyaz Yûsif Ehmed, 1961 – 1986) yek ji naskirîtirîn hunermendên stranbêj yên herêma Behdînan e. Jiyan û xebat Eyaz Zaxoyî li sala 1961ê li bajarê Zaxo ji dayik bûye. Her ji zarokatiya xwe heza wî ji hunerê re hebû û hemû dema xwe di dîwanên dengbêjan de derbaz dikir û guhdarî dengê wan dikir. …
Zêdetir BixwîneJiyana Sûsika Simo
Sûsika Simo,yekemîn dengbêja Kurd li Sovyeta Berê bû. Di sala 1946’an de derketiye ser dikê û kilam gotiye. Bi Kûlya Neftalyan re dixebitî û ne tenê li Ermenistanê, li seranser welatê Sovyetistanê digeriya. Kûlya Neftalyan Ermenî bû û bi Sûsika Simo re zewicî bû. Stran û klam li Ermenistanê di …
Zêdetir BixwîneDestana Memê Alan
Memê Alan yek ji destanên Kurdan e. Gelek varyasyonên vê destanê hene. Destana Memê Alan bi serê xwe ne destana Mem û Zîn e. Mirov dikare destana Mem û Zîn û ya Memê Alan ji hev cuda bibîne. Destana Mem û Zîn bingeha xwe ji destana Memê Alan digire. Ehmedê Xanî jî di bin bandora …
Zêdetir BixwîneDestana Ker û Kulik
Ker û Kulik du bira ne.Navê diya wan Werdê ye.Emer axa serokê êlê ye. Dibêje kî here Bilîcana Gêsiyan bîne ez ê keça xwe Şemsîxanê bidimê.Navê kihêla Kulik Sosik e. Hesê Dûdê xalê Kero û Kulik e. Heft kurên wî hene. Şer di naava Kulik û her heft kurxalan diqewime. …
Zêdetir BixwîneDestana Kela Dimdim
Dimdim navê keleheke dîrokî ye û yek ji destanên herî girîng ê kurdan ê şer û berxwedanê ye. Gelek varyasyonên vê destanê hene û ew varyanson ji aliyê dengbêjan ve têne gotin. Dimdim keleheke li herêma Biradostê li ber Çiyayê Dimdimê li hundirê sînorê Rojhilatê Kurdistanê de ye. Dimdim li terefê Emîr Xanê Yekdest ankû Emîrxan Lepzêrîn …
Zêdetir BixwîneDestana Yûsif û Zuleyxa
Yûsif û Zuleyxa berhemeke bi nav û deng a wêjeya Rojhilata Navîn e. Bi Dîwana helbestvanê farisî Camî ev serpêhatiya evînî yekcar li nav gelên herêmê hatiye nasîn. Helbestvanê kurd Selîm Silêman jî ev serpêhatî bi kurmancî nivîsiye û xelkeyekî zêrîn tevlî wêjeya kurdî kiriye. Aleksandr Jaba yê ku goman dikir ku Selîm Silêman dîwana xwe ji dîwana “Camî” helbestvanê faris …
Zêdetir Bixwîne