Navê wê yê eslî Amîra Zanganeh e, bavê wê kurd, diya wê dengbêjeke operayê ya rûs e. Ew li Brîtanyayê di 1 tîrmeha 1971ê de ji diya xwe bûye, li Brîtanyayê û li Îrlandayê mezin bûye. Nasnameya îrlandî pê re ye û ew niha li Fransayê dijî.Cara pêşîn ji bal fotokêş Helmut Newton hatiye keşfkirin û li navenda modayê a Parîsê a bi navê Chanel û wekî din jî ji Jean-Paul Gaultier re fotomodelî kiriye.
Li Parîsê li konservatuarê (Conservatoire National D’Art Dramatique) xwendiye. Cara pêşî ji bo rola xwe ya Sandra a di fîlmê La Vérité Si je Mens de ji bo xelata César hatiye berbijêrkirin. Cara pêşîn sala 1999ê di piyesa de Aunt Dan and Lemonbi Miranda Richardson re rola Hedda Geblerê lîstiye. Di sala 200ê de di zincîrefîlmên hûrxelek ên bi navê Şevên Erebî de rola Moriana lîstiye. Vê zincîre xelekê Xelata Emma wergirtiye
Fîlmên din ên naskirî ku Amîra Casar tê de rol girtine ev in:
1. Anatomiya Dojehê, Anatomie de l’enfer (2004)
2. Sylvia, Sylvia (2003)
3. Min bavê xwe çawa kuşt, Comment j’ai tué mon père (2002)
4. Buñuel û Maseya Hz. Süleymanî, Buñuel y la mesa del rey Salomón (2001)