Ayhan Geverî (1980), nivîskarekî kurd e.
Ayhan Geverî, di sala 1980’yî de li navçeya Geverê ku girêdayî bi Colemêrge ye, ji dayik bûye. Di sala 2003yê de ji beşa ziman û wêjeya Tirkî ya Zanîngeha Stenbolê destûryar bûye. Li Zanîngeha Wanê jî di eynî beşê de lîsansa xwe ya bilind qedandiye. Di sala 2011ê de jî li Zanîngeha Mûş Alparslanê di beşa ziman û wêjeya Kurdî de dest bi mamostetiyê kiriye.
Nivîsên wî di gelek kovarên Kurdî û Tirkî de belav dibin û bi navê Leyl-name (2006), Antolojiya Çîrokên Nûbiharê (2008) û Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî (2013) sê berhemên wî ji nav Weşanên Nûbiharê çap bûne. Xebatên wî didomin.