Jiyana Azad Zal

 Jiyana Azad Zal

Azad Zal, di Adara 1972’yan de li Gundê Çawuşelîkeya (Çawişelikya / Çavşeliqya; navê kevin Gulemîran) ku bi Navçeya Sûrê ya Amedê ve girêdayî ye hatiye dinyayê. Ji piçûkiya xwe de li ber destê bavê xwe xwendin û nivisandina Kurdî hîn dibe û perwerdeya jiyanê dibîne.

Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîseyê li navenda Amedê dixwîne. Piştî ku lîseyê diqedîne, ji ber sedemên polîtîk tê girtin (1992), 12 salan di zindanên cur be cur yên Kurdistanê û Tirkiyê de dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve li Azadiya Welat dest bi karê rojnamegeriyê dike.

Li Akademiya Dîrokê ya Rojhilata Navîn, li Enstîtuya Kurdî ya Amedê, li Kurdî Dera Navend, Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, li beşa Çand û Turîzmê, li Komeleya Nivîsarên Kurd xebatên xwe yên rêveberî, çandî, zimanî, ferhengî, hîndekarî û weşangeriyê dimeşîne. Di 22’yê Avrêla 2011’an de “Weşanên J&J” ava dike û xebatên weşangerî, wergerî û perwerdehiyê didomîne.  Zal, “Teşî”ya jiyanê ya bi rengê ziman û çand û wêjeyê girtiye destê xwe û her dihûne û daye dû riya rêwiyê azadiyê.

BERHEM:

Teşî, Helbest, Weşanên Ava, 2009, Amed

Zimanê Kurdî, Rêziman, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2009, Amed

Sûzê û Hirç, Zargotin, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009, Amed

Rêwî, Helbest, Weşanên Ava, 2010, Amed

JJ Ensîklopediya Kurdî-Fasîkul-1, A-ADEM, Weşanên JJ, Ensîklopedî, 2011, Amed

Teşî, Helbest, Çapa 2mîn, Weşanên JJ, 2015, Amed

Rêwî, Helbest, Çapa 2mîn, Weşanên JJ, 2015, Amed

Zimanê Kurdî, Rêziman, Çapa 2mîn, Weşanên JJ, 2015, Amed

Hêvî, Helbest, Weşanên JJ, 2018, Amed

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !