Dilbêzarê Bêkes, di sala 1949’an de li gundekî derdora bajarê Bedlîsê hatiye cîhanê. Piştî demekê, Dilbêzar ji gundê xwe diçe li bajarê Wanê bi cih dibe.
Xebat û xwendina xwe bi hev re pêk tîne heta lîseyê diqedîne. Piştre, di dezgehên dewletê de karker û karmendiyê dike. Demek li derveyî welêt dimîne. Dilbêzar malnişîn e li bajarê Antalyayê dimîne. Her wiha, pirtûkeke helbestan ya bi navê Dîwana Dilbêzarê Bêkes çapkirî heye. Ji dîwana çapkirî yek, neçapkirî yek du kasetên helbestan hatine tomarkirin.