Mirad Bayram nivîskarekî kurd e ji Bakurê Kurdistanê ye.
Jînenîgarî
Mirad 18’ê îlona 1987’an de li Gundikê Melî ya ku girêdayê Şirnexê hatiye dinyayê.
Mirad hê di zarokatiya xwe de bi tirkî dest bi nivîsariyê dike. Heta 17 saliya xwe bi tirkî dewam dike heta ku wan dema 5 caran hatiye xelat kirin. Ji destê serokkomarê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Necdet Sezer jî ji bo helbesteke xwe xelatekî werdigre. Mirad di 17 saliya xwe de biryar dide ku bi zimanê miletê xwe binivîse û ev piştî vê biryara xwe bi rojane, heftane an jî mehane ji hev cuda cuda bi awayekî peryodîk nivîsariyê dike.
Piştî ku Mirad dest bi nivîsariya kurdî dike çendîn nivîsar, çîrok û helbestên wî di kovarên wek Nûpelda, Tîgrîs û Çirûskê de û di malperên wek Nefel, Kulturname û Netkurdê de belav bûne.
Di quncikeke rojnameya Evroyê de dinivîsîne. Evro weşana xwe li Başûrê Kurdistanê dike. Bi heman demê de Mirad edîtor û xwediyê malpera Kurdîgehê ye. Şêwirmendê zimanî yê bernameya kevanî ya televîzyona Kurd 1’ê ye.
Perwerde
Mirad xwendina xwe ya lisansê li Diyarbekirê di Zanîngeha Dicleyê de di beşa kîmyayê de didomîne. Xêncî vê Mirad du salan (2008-2009, 2009-2010) li mala Piştgiriya Perwerdehiyê de ji bo xwendekarên ko nikarin biçin dersxaneyên pereyî bi dildarî mamostetî jî kiriye.
Xelat
Di sala 2010’ê de ji aliyê Kurdish American Education Society bi kurtî KAES’ê ve li Zanîngeha Los Angelesê di pêşbirkeke di nêvbera kurdên ciwan yên nivîskar de, nivîsa wî layiqê xelata nivîsa herî afrîner û orijînal hat dîtin.