sakar kamil

Jiyana Sakar Kamil

Sakar Kamil  helbestvanekî ji başûrê ye. Di sala 2 adara 1991’an de hatiye dinê. Niha li bajarê dihoke dimîne bi karê mamostetiyê mijûl e .

Berhem :

Pirtûkeke bi komeke helbestvanan re sala 2013an de çap bûyî bi navê Gulbijêrek ji Helbestan derxistine.

Beşdarî gelek kovar û rojname û heftenameyan kiriye bi babetên edebî , helbestî , civakî û rexneyî mijûl bûye. Xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.

Helbesteke Wî:

himbêzek bercesteyî axê dibe
ax pirt pirt dibe
di hijiyanê de qet na westim
ev zemîn e pirr dibe ji mijeka sar ji elinda sibeheke kanûna diwê
difirim bi bayekî re
tevî refeka balindeyên koçber dibim
êdî dema windabûnê ye
ew dema nediyar di kêleka cugrafiya tixûbê nehatinê de
ez diçim
êdî qet çavnihêriya hatina te nakim
tû zanî ?

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !