Di sala 1985an de li Duhokê ji dayik bûye . Di 20 saliya xwe de dest bi nivîsê kiriye. Di sala 2011an de xwendina zanîngeha duhokê ya koleĵa çandiniyê bi dawî aniye. Helbest û çîrokan dinivîse û nivîsên wî di gelek rojname û kovaran de hatine weşandin.
Berhem:
Dîwana helbestan ya bi navê Bayek ĵi cemserên eșqê li sala 2019an hatiye çapkirin.
Helbestekî Wî:
ji mêjeye…
sîtava te bûye helametek
xewnêt min jê diciniqîn !
tu dizanî ….
çend şevên zistanê çavên te yêt kirîne
qîbleya bîrdanka min ?
ev bajêrê reş û tarî
yê mîna çavên te
ez yê di `eşqa xweda berze krîm
ey firîşteya min hizir dikir ehrîmenî
tu likîve buy?
ma çi pêjinêt sotina dilê min di bedemanê da
ne di hatine te?
ma çi babelîskêt behîna jîyê min
nameyên bêzarîya min ne di gehandne te?
8.6.2019
Melevanê Baranî