Jiyana Zinarê Xamo

Jiyana Zinarê Xamo

Bi vegotina Zinarê Xamo jiyana wî.

Ez Zinarê Xamo, ji Wêranşarê, ji eşîra Çûva, ji bera Xamoya, bavê 4 zarokan, lawê Bûboyê Xamo û Efra Emîn im û blogerê 11 sala me. Li gorî texmîna diya min di sala 1950î da hatime dinê û demsal jî payiz bûye.

Di sala 1980î de wek surgûnekî kurd hatim Swêd û ji wê çaxê da ye li Stockholmê dijîm. Qet neçûme mektebê, xwendin û nivîsandinê bi xwe, ji ber eşqa xwendinê fêr bûm. Ji xwendinê, ji nivîsandinê û ji ger û dîtina welatê xwe û dinyayê pir hez dikim.

Lema jî ev 38 sal in bi rengekî bênabên dinivîsim û di taliya umrê xwe da bûm blogerê kurmancî. Ev 11 sal in blogerê kurmancî yê herî aktîf û herî berhemdar im. Du kitêbên min hene: Hindik Rindik û Antolojîya Çîrokên Zarokan. Û wergereke min ji swêdî, ‘’Bide Dû Dilê Xwe’’ ya Sussana Tamaro heye.

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !