BİYOGRAFÎ

Jiyana Fatma Îsa

Fatma Îsa (z. 1934, Azerbaycan, gundê Erezegin − m. 15’ê rêbendana 2010’an, Ermenistan) stranbêjeke jine ku li Ermenistanê dijiya. Di roja 15’ê rêbendana 2010’an de jiyana xwe li Ermenistanê ji dest da. Kurtejiyan Zarokatî Sala 1934’an da li Azerbaycan, gundê Erezegin hate dinyayê. Piştî 3 salan, bi hemû Kurdan ve hate mişextkirin (sirgûn). Çu gundê Hamzali a Ermenistan û li vir jiyana xwe berdewam …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Miradxanê Bazîdî

helbestvan

Miradxanê Bazîdî (z. Bazîd 1736 – m. Bazîd 1778) wêjevan û helbestvanê kurd ê klasîk e.[1] Navê Mirad Xan ê din Miradxanê Bazîdî ye. Mirad Xan di sala 1736an de li Bazîda kevin hatiye cîhanê. Zaroktiya xwe di vî bajarê kevin ê dîrokî de bûrandiye. Di şeş saliya xwe de dest bi xwendina qur’anê kiriye. Piştî qedandina Quranê, di Medreseya Ehmedê …

Zêdetir Bixwîne

Dengbêj Neçoyê Babasî kî ye

Neçoyê Babasî yan Neçoyê Cemal yek ji dengbêjên mezin ên Serhed û Kurdên Sovyeta Berê ye. Piştî Komkujiya Ermeniyan di sala 1918’î de ji Qersê hatiye û li Ermenistanêbicihbûye. Ji ber wê hin caran wekî Neçoyê Qersê jî tê binavkirin. Gorî hin dengbêjan ew “bavê dengbêjan” bû. Wî nedixwast di Radyoya Ermenistanê de kilamên xwe bêje, lewra dewleta Ermenistanê û YKSS ji ber bêdengiya li hemberî Kurdan rexne dikir. …

Zêdetir Bixwîne

Dengbêj Xelîlê Berfê kî ye

Xelîlê Berfê (*1920 li gundê Çetel a Farqîn, Bakurê Kurdistanê – † Adar 2008 li Almanya) yek ji dengbêjên gelek hezkirî bû. Di awayê strandina dengbêjiya Şengal û Serhedê de distra. Dengbêjê nemir di sala 1920’î de li Farqînê, gundê Çetelê hatibû jiyanê. Heya xortaniya xwe li Çetelê dijî û paşê jî koçberê gundê Duşê ya Qubîn a Batmanê (Bişêrî ya Êlihê) dibe. Di destpêka salên 1990’î de ji ber zilma Romê …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Hesen Hişyar

Hesen Hişyar kurdperwer, nivîskar, helbestvan û dîrokzanekî kurd bû. Di sala 1907an de li gundê Serdê 70 km bakurê rojhilatê bajarê Amedê di navbera Hênê û Liceyê de hatiye dinê. Di nav salên 1920î de bi tevgera kurd re dikeve danûstendinê. Têkiliya Îhsan Nûrî Paşa bi navçeyên Hênê û Liceyê pêk tîne. Di liberxwedana neteweyî ya Şêx Seîdê Pîran a sala 1925an de bi şêweyekî kariger cih digire. …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Seydayê Tîrêj

Seydayê Tîrêj (z. 1923 − m. 23’ê adarê, 2002) wêjevan û helbestvanekî Kurd bû. Jînenîgarî Mamoste û helbestvanê helbesta resen nemir Tîrêj di sala 1923´an de li parêzgeha Hesîçê gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û …

Zêdetir Bixwîne

Jiyana Şerefxanê Bedlîsî

Şerefxanê Bedlîsî (z. 25’ê reşemiyê, 1543, Qum − m. 1603, Bedlîs) nivîskar û dîrokzanekî kurd e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng Şerefname ye. Mijara Şerefnameyê dîroka Kurd û Kurdistanê ye.[1] Jiyana Şerefxan Şerefxanê Bedlîsî (Mîr Şeref Xanê Bedlîsî) ku nivîskarê Şerefnameyê ye, di sala 1543’an de li nêzîkê bajarê Qumê ji dayik bû ye. Bavikê wî serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan tevil …

Zêdetir Bixwîne
error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !