Dr. Fûad

Jiyana Dr. Fûad

Dr. Fûad (z. 1887 li Şamkuş a Amed − m. 17’ê avrêlê 1925, Deriyê Sêrê ya Amed) bijîşk, nivîskar û yek ji têkoşerên doza azadiya Kurdistanê yê dawiya Osmanîyan bû. Bi tevî hevalên xwe ji aliyê Komara Tirkiyê ve li Amedê hatine darvekirin.

Dr. Fûad ji navçeya Çêrmûg a Amedê ye û lawê Hecî Îbrahîm Beg e. Li Amedê bijîşkî dikiribûye. Bi têkçûna Osmaniyan, destpêkirina serhildanên Kurd re, ew jî wekî întellektûelekî wê demê tevlî têkoşîne dibe.

Tevlî serhildana Şêx Seîd dibe û bi îllegalîteyeke mezin têkilî bi serokatiya serhildanê re datîne û amadekariyên bidestxistina Amedê dike. Herwekî têkiliya hêzên Dersîm û Amedê li ser wî tên birêvebirin. Di îllegalîteyê de ewçend zîrek bûye ku, dewleta Tirk nikare îsbatek bibîne û wî di dadgehên xwe de bi tewanbariya “Xwakirina cil û bergên Kurdî” tewanbar dikin û dixeniqînin.

Gotina Fûad a dawî (li ber sêpiya mirinê)

“…Ji bo welatê xwe bi mêranî mirin, her gav di bîra min de bû. Ev axa ku îro em li ser têne darvekirin, bêguman dê rojekî ala serxwebûnê li ser bête hilkişandin…”

Lê Binêre

Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco

Du kesayetîyên aristokrat û otantîk: Rewşen Bedirxan û Çaçanê Haco

Abit Gürses Min nîyet bû li ser pêşnîyara kek Mahmûd Lewendî hin bîranînên hevdîtina xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !