Bawer Agirî, di sala 1984’an de li bajarê Agirî, li navçeya Avkevirê, li gundê Geldûşê hatiye dinê. Li gund dest bi dibistanê dike û dibistana seretayî li wir diqedîne. Piştî qedandina dibistanê ji bo xebatê diçe Stenbolê. Li wir hem dixebite hem jî dibistana navîn xelas dike. Di vê navberê …
Zêdetir BixwîneJiyana A. Bedir
A.Bedir, di sala 1981’an de li Geliyê Zîlanê ya navçeya Erdîşê ku girêdayî bajarê Wanê ye ji diya xwe dibe. Zankoya Stenbolê beşa derûnasî/psîkolojiyê xwendiye. Fotrafkêşê profesyonel e û li ser nirxandina sînema û hunerê dixebite. Sparteka xwe ya Zanîngeha Stembolê li ser F. Nietzsche nivîsiye. (1) Avakarê Edebiyata Dengbêjesk …
Zêdetir BixwîneJiyana Rojen Barnas
Rojen Barnas bi navê wî yê din Mehmet Gemici di sala 1944’an de li Farqînê hat dinyayê. Di salên 60’î de dest bi nivîsandina Kurdî dike. Demekê bi hin hevalên xwe re Kovara Tîrêjê derdixe, her di wan salan de pirtûkeke helbestan ya bi navê Li Bandeva Spêde diweşîne. Barnas …
Zêdetir BixwîneJiyana Ramazan Kavak
Di sala 1985’an de li gundê Dêrdîlê ku girêdayî Kercewsê ye hatiye dinê. Li Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê beşa mamostetiya seretayî, li zanîngeha Anadoluyê jî, beşa sosyolojî û beşa fotografê xelas kiriye. Niha jî li ser wêjeya kurdî xebatên xwe didomîne. BERHEM: Şiverêk, helbest, Weşanên Na, 2017 Êşa genim(helbest-Weşanên na …
Zêdetir BixwîneJiyana Kawa Nemir
Helbestkar, çîroknûs, wergêr û edîtor. Di 29’ê Gulana 1974’an de li Îdirê ji dayîk bû, li Enqereyê di Zankoya Hacettepeyê de û di Zankoya Stenbolê de ziman û wêjeya Îngilîzî xwend. Paşê li Stenbolê ziman û wêjeya kevin a Yûnanî xwend, lê piştî du salan, di 2002’yan de, ji ber …
Zêdetir BixwîneJiyana DİLBİRÎN (Mele Fexredîn Derînçek)
Di sala 1944’an de tê dinyayê. Lawê Mele Hesenê Teawîkê ye. Perwerdehiya medreseyê kuta dike. Gelek salên jiyana wî, li Dêrika Çiyayê Maziyê derbas dibe. Di saziya dewletê de dixebite. Dema mala wî li Dêrikê bû; êvara înêyê dihat malê, sibeha roja duşemê jî vedigeriya ser karê xwe. Bavê heşt …
Zêdetir BixwîneJiyana Bedirxan Epozdemîr
Di sala 1949’an de li bajarê Sêrtê, li qeza Bayqanê, li gundê Minar hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe, ya navîn û ya mamostetiyê li Amedê qedandiye. Di sala 1968’an de dest bi mamostetiyê kiriye. Heya 12 Îlona sala 1980’an li gelek herêmên Tirkiyê û Kurdistanê mamostetiya xwe domandiye, …
Zêdetir BixwîneJiyana Biroyê Heskî Têlî
Biroyê Heskî Têlî, Brahîm Paşayê pêşawa, Pilingê Celaliyan, Kirrê Celaliyan, Heskîzade Brahîm, Biro, Biroyê Çargurçik (* ? – † 25’ê tîrmehê 1931 li Kaniya Reş a Çaldiranê, rojhilatê Kurdistanê) yek ji siyasetmedar, şervan û fermandarên doza azadiyê ya kurdan bû. Ji êla Celaliyan e. Di dîroka nêzîk a kurdan de wekî lehengekî cihê xwe girtiye. Jiyan Kurê Hesk û Têliyê ye. Di Şerê cîhanê yê I de li dijî dagirkirina rûsan têdikoşe. Dema şer …
Zêdetir BixwîneJiyana Dengbêj Fadil Cizîrî
Dengbêj Seyîd Fadil Cizîrî bi strana xwe ya “Heyran Jaro” li herêma Botanê tê nasîn. Dengbêj Fadil ji zarokatiya xwe ve di dîwanên şevbêrkan de cih girtiye û dengê wî li Botanê zêde tê hezkirin. Seyîd Fadil Cizîrî sala 1962’an li gundê Seletûnê yê Silopiya ji dayîk bûye. Dayika Seyîd …
Zêdetir BixwîneJiyana Seyîd Eliyê Findiqî
Seyîd Eliyê Findiqî, di sala 1892-ê de li Findika Botan hatiye dinyayê. Findik nehiyeya Dihê ya navçeya Sêrtê ye. Seyîd ‘Elî kurê Seyîd Silêman, kurê Seyîd Îbrahîm, kurê Seyîd ‘Umer, kurê Mele Hesenê Xetîb e. Ev malbat bir riya Evdilqadirê Geylanî digihêje Îmamê Hesen. Dema ko tataran bi ser Bexdayê de girt û ev bajar dagir …
Zêdetir BixwîneJiyana Eliyê Lokerî
Eliyê Lokerî yan jî Elî el-Lokerî helbestvanek kurd yê pêşîn ê serdema îslamê yê kevn e ku di sedsala 10’an de jiyaye. Hinek jiyana xwe li paytexta Samanîyan li Buxwarayê derbas kiriye. [1] Dema ji Buharayê hatiye welatê xwe Kurdistanê ji wezîrê Samaniyan re peyam şandiye tê de bi zimanê farsî nivîsiye û tê de qala Kurditiyê kiriye. Lê berhemên wî yên bi zimanê kurdîên gihandibin destê …
Zêdetir BixwîneJiyana Mela Enwerê Mayî
Mela Enwerê Mayî (1913 Amêdî – 1963) rewşenbîr û helbestvanê kurd yê sedsala 20’an e. Mamoste Mela Enwerê Mayî li adara sala 1913, li gundê Mayê, li herêma Berwarî Bala, ku girêdayî qeza Amêdiyê û parêzgeha Duhokê ye ji dayîk bûye. Mamoste ji malbateke oldar û resen bûye, ku rêça Neqişhebendî ji xwe re girtiye û sofiyetî sala 1915 babê wî …
Zêdetir BixwîneJiyana Baba Raxî Hemedanî
Baba Raxî Hemedanî yek ji helbestvanên kurd ê kevn e ku di sedsala 9’an de jiyaye. Tê texmîn kirin di sala 848an de miriye. Li Rojhilata Navîn, yek ji wêjeyên herî kevn ku li ser vê qada bi navê Kurdistan hatiye binavkirin hatiye afirandin e. Ew wêjeya bi devkî heya pêş zayînê ji hezara salan …
Zêdetir Bixwîne