Nivîskar, helbestkar û berhevkar e. Di sala 1967’an de li gundê Sîya yê bi ser Misirca Sêrtê ve ji dayîk bûye. Di sala 1978’an de dibistana seretayî qedand, di heman demê de bavê wî dersên ilmê dînî yên bi Erebî dan wî, jê û bi şûn de wî li medreseyan …
Zêdetir BixwîneJiyana Fewzî Bîlge
Di sala 1962’yan de li Dêrika Mêrdînê hat vê jiyanê. Li Stenbolê demeke dirêj ji bilî xebatên xwe yên di sazî û dezgehan de xwe bi xwendina du zanîngehan awiqand. Di sala 2000’î de zîvirî welêt. Li Batmanê di kargeha hunerê şêwekariyê de –Soresorê- û li gelek sazî û dezgehan …
Zêdetir BixwîneJiyana Feratê Dengizî
Navê wî yê di nasnameyê de Mehmet Aydın Alökmen e. Ew di 30yê Kewçêra 1949’an de (Di nasnameyê de 2yê Pûşpera 1950’yî derbas dibe) li gundê Dengiza yê girêdayî Stewra Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1971ê de dibe mamosteyê matematîkê û demeke dirêj li gelek cihan mamostetiyê dike. Ji …
Zêdetir BixwîneJiyana Fatma Savci
Di sala 1974’an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye, tê dinê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê ye ku li ser Midyadê ye. Ew dibistana seretayî li Girêmîra dixwîne. Di sala 1992’yan de, bo raman û çalakiyên xwe tê girtin. Panzdeh sal ceza tê dayîn. Li …
Zêdetir BixwîneJiyana Evîn Çîçek
Sevê Evîn Çîçek, wekî Evîn Çîçek tê naskirin, rojnemevan, lêkolînvan, helbestvan û parastvana mafê mirovan e. Sevê Evîn Çîçek di sala 1961’ê de li navçeya Kamîlavaya Sêwasê tê dinyayê. Evîn Çîçek li gundê xwe dest bi dibistana destpêkê dike. Bi sedemên aboriyê berê xwe didin bajarê Stenbolê. Xwendina xwe ya …
Zêdetir BixwîneJiyana Elîxan Loran
Elîxan Loran di sala 1984’an de li Dêrika Çîyayê Maziyê ji dayik bû. Di Kovara W’yê de û di Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn de xebitî. BERHEM: Defter, Helbest, Weşanên Lîs, 2012 Dîroka Hunera Wêneyê, Werger, Weşanên Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, 2015 Dînozor, Helbest, Weşanên Lîs, 2017 Exlaqê Tevgir, …
Zêdetir BixwîneJiyana Ehmed Ronîar
Di sala 1987’an de, li Batmanê ji dayik bûye. Lê wî her dem xwe Mêrdînî hesibandiye, ji ber ku gundê wan Huseyniyê berê bi ser Mêrdinê ve girêdayî bûye. Ronîar demeke dirêj di kargeha hunerên ciwan, Soresorê ya Fewzî Bîlge de perwerdehiya hunerên şêwekariyê dîtiye û bi endamên vê kargehê …
Zêdetir BixwîneJiyana Ednan Dogan
Ednan Dogan di sala 1964’an de li Nisêbîna Mêrdînê li gundê Wêsîkê ku îroj bi navê (kuҫeya Abdilqadirpaşa tê nasîn) hatiye dinê. Dibistana xwe ya seretayî li gund diqedîne û li Nisêbînê dibistana xwe berdewam dike. Ednan bi eslê xwe ji gundê Dêrikfanê ye ku girêdayî Kercosê ye. Ji hinek …
Zêdetir BixwîneJiyana Dost Çiyayî (Mahmut Çaça)
Di sala 1972’yan de li gundê Qelendara Mêrdînê hat dinê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwend. Di sala 1991’ê de kete Fakûlteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Di sala 1992’yan de êşa gurçikan lê hasil bû. Du caran emeliyat bû. Bi enfeksiyona jehrbûna xwînê kete komayê. Di sala 1995’an de ji …
Zêdetir BixwîneJiyana Dîlber Hêma
Di sala 1981ê de li Qosera Mêrdînê ji dayik dibe. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê dixwîne. Ji sala 1999’an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. BERHEM: Medüsa,Weşanên Avesta Nas-Na-Me, Weşanên Avesta MASÎZÎV Ji dengê qaqlîbazan dibihîsim Melayikên ji stêra rijyar pengizîn Xwe di şîrê dayikê de dîtin Hevşabûna …
Zêdetir BixwîneJiyana Dinçer Çankaya
Di sala 1978’an de li Agiriyê hatiye dinê. Zanîngeha Ataturkê xelas dike. Di bîst saliya xwe de dest bi nivîskariyê dike, bi Tirkî û Kurdî pirtûkan dinivîse. Bi werzîşê re mijûl dibe û di boksê de gellek caran li Tirkiyê, li Ewrûpa û li Dinyayê dibe şampiyon.Ew di vî warî …
Zêdetir BixwîneJiyana Diljen Metin – (Diljen)
Di sala 1981’ê de li bajarê Êlihê li taxa Îprexazê ji dayik dibe. Hetanî 21 saliya xwe li gundê Mîrzebega Bîsmilê dimîne. Ji ber pirsgirêkên civatî û polîtîk mecbûr dimîne ku koçî bajarê Stenbolê dike. Di sala 2007’an de dest bi nivisandinê dike û heta roja me jî dinivîse. BERHEM: …
Zêdetir BixwîneJiyana Dilbirîn Farqînî
Di sala 1984’an de li gundê Hacîcayê girêdayî Farqîna Amedê ye hatiye dinê. Ew di sala 1995’an de dest bi xwendina medreseyê dike û di sala 2003’yan de xwendina xwe ya medresê xelas dike. Dibistana seretayî, navin û amadehiyê ji derve xwendiye. Di sala 2013’an de ji derve diçe zanîngehê …
Zêdetir Bixwîne