"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Qadir Dîlan

Qadir Dîlan (z. 1929 Silêmanî, Kurdistan − m. 1999 Prag Komara Çekî).

loading...

Qadir Dîlan di sala 1929’an de li Bajarê Slêmaniyê ji dayik bû ye. û di temenê ciwaniya xwe de dest bi xwendina muzîkê kiriye, û em dikarin weke pêşîtirîn komposîtora Kurdî berbiçav bikin ku amûrine mîna Klarînêt, Trumpêt û û û, û stîlline mîna Caz (Jazz) tevliyê bûne.

Qadir Dîlan tête hilbijarin an jî hejmartin yek ji pêşîntirîn damezrînerên Orkêstra Kurdî ya Netewî. Hinek ji karên wî yên hilbijartî mîna Demî Raperîn, Fantazî, Bîrewerî û û û. jiboyî Orkêstra hatine danîn. Berhemên wî mîna Demî Raperîn, Fantazî, Bîrewerî) çend caran ji aliyê orkêstreya Radiyo ya Pragê û Opêra Pragê û herweha çend caran ji hêla orkêstreya netewî ya kurdî ve hatine pêşkêşkirin.

Bo yekem car Qadir Dîlan harmoniya Tonal a muzîka klassîkê oropî veguhestiye nava muzîka kurdî û herweha bi hemen şêweyî muzîka kurdî jî aniye nav ya ewrupî. Qadir Dîlanî di sala 1966’an de jibo xwendina muzîkê çû Pragê. Piştî çend salan çendîn Marşên Kurdî û awazên folklorî di muzîka ewrupa de bikar aniye.

Tevî ku jiyana Qadir Dîlanî tev muzîk bû jî, lê ne gîha ku berhemên xwe bide bi tomar kirin… Qasim Hol dibêje:

Di salên 90î de ji min hat xwestin ku ez filmekî çêbikim, ba navê “Leyla Amirîyê”, wê çaxê ez li yûnanê bûm.. Min jî alî xwe de xwest ku Qadir Dîlanî muzîka wî filmî binîvisîne… Pisht re Qadir Dîlan ez vexwendim bo serdana wî jibo guhdarîkina muzîka wî,, ez çûm welatê çêkk-Pragê. Lawê wî jî li wir bû.. Em li ser wî berhemî xebitîn û me qedand.. Qadir Dîlan dûv re xemgîn bû, min jê pirsî çima? got,, ev berhem jî mîna hemu berhemên din in.. Min gelek berhem nivîsandine lê min yek jî ji wan nedaye bi tomar kirin.. gelek pere dikin, û perê min tuneye jibo vê meselêQadir Dîlanî di 18.03.199’an de di temenê 70 salî li pragê çû ser dilovaniya xwe, pêşî li wir hat veşartin, dûv re û li gorî xwesteka wî termê wî rakirin Silêmaniyê, cihê ku dixwest li wir bê veşartin..

loading...

Bir Cevap Yazın